YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya

  • 14:49 6 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - YSK ji bo nirxandina îtîrazên li dijî encamên hilbijartinê civiya. 
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo nirxandina îtîrazên li dijî encamên hilbijartinan hatine kirin, di saet  14.00’an de civiya. Serokê YSK’ê Ahmet Yener dema ketî saziyê pirsên rojnamegeran bersivand. 
 
Her wiha dê îtîrazên DEM Partiyê yên ji bo Bedlîs û Qersê û yên ji bo navçeyên Xelfetî û Curnê Reş ên Rihayê jî bên nirxandin. Li Bedlîsê ku 2 hezar û 18 deng lê nederbasdar hatin hesibandin, hêj pêvajoya îtîrazê bi dawî nebûyî mazbata dabûn namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay.