Blokên betonê yên li ber Şaredariya Bêgirî hatin rakirin

  • 15:48 6 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Hevşaredarên Bêgirî, blokên beton ên li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê rakirin.
 
Yekemîn çalakiya Hevşaredarên Bêgirî ku di bin rêveberiya qeyûmê de bû û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rêjeya ji sedî 46,24 bi dest xist, rakirina blokên betonê yên li ber xizmeta şaredariyê bû.
 
Di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bêgirî hat kirin û di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi rêjeya ji sedî 50,09’an bi ser ketibû. Piştî qeyûm hat tayînkirin, li ber avahiya şaredariyê blokên beton hatin danîn û di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de gel dîsa dengê xwe da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP’ê bi rêjeya ji sedî 42,26’ê dengan dîsa Şaredariya Bêgiriyê bi dest xistibû. Qeymeqamê navçeyê Erkan Savar li şûna hevşaredarên HDP’ê yên Şaredariya Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan hat tayînkirin. Bi tayînkirina qeyûm re dîsa blokên beton li ber avahiya şaredariyê hatin danîn.
 
Blokên beton hatin rakirin
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hevşaredarên DEM Partiyê Hediye Sayiner û Bariş Yilmaz hatin hilbijartin. Hevşaredarên ku dest bi kar kirin ewil blokên beton ên li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê rakirin.