Sebahat Tuncel: Berxwedana Wanê destpêk e!

  • 10:18 7 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel, di peyama xwe ya têkildarî berxwedana li Wanê ya derbarê encamên hilbijartinên herêmî de got, “Rejîma qeyûm û pêkana tecrîdê tenê ne gelê Kur hemû gelên li Tirkiyeyê tengav kirine.  Êdî dema rawestandina wê hatiye û berxwedana gelê Wanê dikare ji bo vê bibe destpêk."
 
Hevseroka giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, li ser navê jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê û encamên wê peyamek ji JINNEWS'ê re şand. Sebahat di peyama xwe de li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û derbasbûna qonaxeke nû ya çalakiya girtiyên siyasî yên ku di 27'ê Mijdara 2023'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û çareseriya pirsgirêka Kurd li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin, nirxandin kir. 
 
'Dê rê li ber demokrasiyê veke'
 
Sebahat di peyama xwe de diyar kir ku polîtîkaya qeyûm ya dewletê li Kurdistanê careke din têk çûye û wiha got: “Îrade û berxwedana gel bi dewltê paşve gav da avêtin. Di serî de berxwedana gelê me yê Wanê pîroz dikim û piştevaniya gelên li Kurdistan, Tirkiye û saziyên sivîl bi gelê me yê Wanê re pîroz dikim. Eez heskirin û rêzdariya xwe pêşkêşî wan dikim. Ev têkoşîn û berxwedana hevpar wê ji me re rê li ber demokrasî û azadiyê veke. Ji sala 2015’an û vir ve, tundî û polîtîkaya bi darê zorê ya sîstematîk, rejîma qeyûm û tecrîdê, ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê tengav kirine. Dema rawestandina vê yekê ye, berxwedana Wanê ji bo vê destpêk e."
 
'Deng bidin dengê ku bilind dibe'
 
Sebahat di peyama xwe de tekez kir ku divê rêz li îradeya gel bê girtin û wiha got: “Bi vê minasebetê serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinan de pîroz dikim û serkeftinê ji hevşaredar û endamên meclîsên me yên hilbijartî re dixwazim. Her wiha berxwedan û têkoşîna ku li girtîgehan veguheriye qonaxeke din. Em weke jin li Girtîgeha Sîncanê ketin pêvajoyeke nû ya çalakiyan. Ji bo dawî li pergala îşkenceya Îmraliyê bê û ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya birêz Ocalan, em ê ne vekirî û ne jî girtî dernekevin hevdîtin û dadgehan. Herwiha em ê mafê axaftina bi telefonê bi kar neynin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê Kurd dikin ku dengê li girtîgehan bibihîzin û ew jî bibin dengê ji girtîgehan bilind dibe û bi hev re rê li ber aştî û azadiyê vekin. Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim."