Dê li Kerboranê deng ji nû de neyên jimartin

  • 14:06 7 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku dengên Kerboranê ji nû ve bên jimartin. YSK’ê ev biryar betal kir. 
 
Li ser îtîraza AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Kerboran a Mêrdînê biryar dabû ku deng ji nû ve bên jimartin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî vê biryarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû. 
 
YSK’ê diyar kir ku encamên heyî yên li Kerboranê derbasdar in û biryara ji nû ve jimartina dengan a Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê betal kir.