Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê

  • 12:28 9 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan Cejna Remezanê pîroz kirin û hêvî kirin ku cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşandin. Di peyama xwe de hevserokan hêvî kirin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê. 
 
Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye:
 
“Em Cejna Remezanê li temamê civaka Îslamê pîroz dikin, hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê.
 
Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin. 
 
Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş. 
 
Bi vê wesîleyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan û têkoşîna demokrasiyê mezin kirin û cejna me du qat zêde kirin, em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn, em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û îradeya me hemûyan parastin û hemû dek û dolab xera kirin. 
 
Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyê cîhanê bigihîje serfiraziyê.”