Li Curnê Reş gel bi biryar e

  • 09:05 29 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
 
AMED - Li Curnê Reş di 2’yê Hezîranê de gel ji bo hilbijartinên herêmî diçe ser sindoqan. Ji bo xwedîderketina îradeyê bang li gel tê kirin û bi taybet jî jin diyar dikin ku wê hilbijartina di 31’ê Adarê de bi dest xistine carek din bi dest bixin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 45 salan şûnde li navçeya Curnê Reş a Rihayê bi ser ket. Lê li ser îtîraza AKP’ê bi biryara YSK’ê wê di 2’yê hezîranê de dîsa hilbijaritn bên kirin. Gelê Curnê Reş ku wê dîsa biçin ser sindoqan banga xwedîderketina îradeyê kir.
 
‘Tevî zextan gel îradeya xwe danî holê’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adîle Fîdan der barê hilbijartinên Curnê Reş de axivî û got tevî hemû lîstikên AKP’ê gel bi biryarek mezin çûne ser sindoqan û wiha balkişand ser zextên AKP’ê: “Li Curnê Reş tevî hemû mudaxele û lîstikên AKP-MHP’ê gel çû ser sindoqê û biryar axwe da. Partiya xwe hilbijartin. Di encamê de DEM Partî bi ser ket. Lê desthilatdariya faşîst dîsa dest bi lîstikan kir û serî li hîleyan da.”
 
‘Em ê îradeya xwe carek din nîşan bidin’
 
Adîleyê wiha dirêjî dayê: “Gelê me wê biryara xw eya 31’ê Adarê de nîşan daye di hezîranê de jî nîşan bide. Jin, ciwan û gel wê dîsa biçe ser sindoqan û denga xwe bi kar bîne. Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Serkeftin ya gel e.”
 
‘Jinan piştgirîda me’
 
Hatîce Goktepe jî ku li Curnê Reş tevli xebatên hilbijartinê bû wiha anî ziman: “Li Curnê Reş me mehek û nîvê xebatên hilbijartinê meşand. Me partiya xwe ji gel re vegot. Gel em guhdar kirin. Me daxwazên wan hîn bûn. Em bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Ciwan û gel piştgirî dan me. Lê AKP-MHP’ê şeva hilbijartinê nelêrêtî kirin. Em bi ser ketin. Gel dest bi pîrozbahiyê kir. Lê êrîş kirin û dengên me şewitandin. Girtekên me yên şil hebûn. Tevî vê hilbijartin betal kirin.  Em ê xebatên xwe bimeşînin. Gel guherînê dixwaze.”
 
‘AKP’ê têkçûn qebûl nekir’
 
Hava Koç jî destnîşan kir ku AKP’ê têkçûn qebûl nkeiriye û ji ber vê berê xwe daye nelêrêtiyan û wiha anî ziman: “Me gelê Curnê Reş bi coşek mezin dengên xwe bi kar anîn. Lê AKP’e ev qebûl nekir û sindoq şewitandin. Têkçûn hezm nekir. Serî li diziyê dan. Tu kes li vir namzetê AKP’ê naxwaze. Tevî her tiştî em ê dîsa bi ser kevin. Em banga xwedî derketinê li her kesî dikin.”