Riham Hico: Li tevahiya cîhanê em ê çawa xwe biparêzin?

  • 09:07 30 Nîsan 2024
  • Rojane
Medya Hawar
 
ŞENGAL - Berdevka TAJÊ Riham Hico bal kişand ser armanc û wateya hemleya "Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê" û got: “Ev pengav hem xwedî li derketina jinên êzidî û hem jî xwedî li derketina jinên cîhanê ye. Yekitî û tifaqbûna jinan dikare rê li ber hemû qirkirinan bigire."
 
Ji bo naskirina jenosîda li ser jin û civaka êzidî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gelek xebat dane meşandin. Yek ji van xebatan jî pêngava bi navê "Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê" ye ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat ragihandin. Pêngav dê heta 3’yê Tebaxê ango 10’emîn salvegera fermanê berdewam bike.
 
Derbarê pêngavê de Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
Riham di despêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser armanca pengavê û got: "Pengava me bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ di roja 8’ê Adarê de hat destpêkirin. Armanca vê hemleyê ev ê ku qirkirina jinên êzidî wek jenosîd û qirkirin bê qebûlkirin. Pêşî li ber fermanên li hemberî civaka êzidî bê girtin û parastina jinan a li hemberî êrişan e."
 
Qebûlkirina jenosîdê ya li ser kaxizan
 
Riham Hico, diyar kir ku bi taybetî ew dewletên ku jenosîd qebûl kirine divê bêtir berpirsiyartiyê bînin cih û wiha bi lêv kir: "Dewletên ku li Şengalê qirkirina civakê wek jenosîd qebûl kirin lê belê di hêla pratîkê de tiştek nekirin. Tenê gotin li ser kaxezan ma û encamek jî derneket holê. Îro jî qirkirina civakê didome. Rojane êrişên hewayî yên Dewleta Tirk li hemberî Şengalê pêk tê. Ev êriş di nava civakê de tirsê diafirîne û her roj di nav tirsê de dijîn. Ev yek tê wateya şîdeta li hemberî civakê. Her roj balafirên bi çek ên bê mirov li esmanên Şengalê difirin. Ev balafir ên Dewleta Tirk in. Ev yek nerihetiyekî di  nav civakê de dide avakirin. Dewletên ku jenosîd qebûlkirine divê li hemberî wan êrişan jî bibin xwedî bi helwest. Divê ev tirsa êrişan ji nava gel bê bidawîkirin, esmanên Şengalê divê ji balafirên şer re bên qedexekirin. Koçberiya civaka êzidi, polîtîkayên li hemberî Şengalê tê meşandin û tunehesibandina vîna civaka Şengalê yê hêj jî didome."
 
'Gelo ev birîn dê çawa bê dermankirin?'
 
Riham, destnîşan kir ku civak bi zehmetiyan re rûbirû ye lê belê jin du qatê wê yeke zehmetiyan dikişîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Heke îro Dewleta Tirk êrişê ciwanên êzidî dike, ye ku herî zêde kezaba wê dişewite dayikên êzidî ne. Zehmetiya ku herî zêde dijî jî jinên êzidî ne. Di wargehan de jin heman tiştî dijîn. Niha çarenûsa bi hezaran jinên êzidî ne diyar e. Gelek jinên ku dîl hatin girtîn hene. Ev birînên civaka êzidî gelo çawa bên dermankirin? Qebûlkirina jenosîdê, tê wateya aşkerakirina kesên ku qirkirin pêk anîne, rê li ber êrişên DAIŞ’ê vekirine, alîkariya pere, lojîstîk dane, reklama wan kirine. Divê darizandina wan hemûyan bên kirin ku birîna civaka êzidî û jinên êzidî bên dermankirin.”
 
'Îradeya jinên êzidî divê bê naskirin'
 
Riham, di dirêjiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser pengava xweparastinê: "Dema em behsa pengava xwe parastinê dikin, em behsa parastina hemû aliyan dikin. Li dijî şerê taybet em ê xwe biparêzin, li dijî şerê dervê em ê xwe biparêzin. Li Şengalê beranberê qirkirin û şîdeta li ser jinan ev hemle hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de semîner tên lidarxistin. Hem armanca hemleyê di semîneran de tên parvekirin û hem jî li ser êrişên ku îro pêk tên nîqaş tên kirin. Serdana Erdogan a li Iraqê tê wateya fermanek din a li hemberî civaka êzidî û jinên êzidî. Yek jî armanca hemleya me; jenosîda li hember jinên êzidî bê qebûlkirin. Kesên ku fermanê pêk anîne bên darizandin, îrade û nasnameya jinê di hêla civakî, herêmî û navneteweyî de bên qebûlkirin.
 
'Em ê çawa xwe biparêzin?'
 
Riham Hico, daxuyand ku ji destpêka pengavê heta îro xebatên cuda hatin meşandin û wiha axivî: "Gelek derdor û rêxistinan piştevaniya xwe ya bi pengavê anîn ziman. Gelek dewletên Ewropayê, rêxistinên jinan bi daxuyanî û bi nameyan piştgiriya xwe ya ji bo hemleyê anîn ziman. Bi taybetî em armanc dikin ku hemleya xwe navneteweyî bikin. Têkoşîna me ya jinên êzidî heta astekî heye. Xebatên me yên navxweyî jî li Şengalê tên meşandin. Lê belê tu bixwazî nexwazî, bi tena serê xwe nikarin hemû tiştan pêk bînin. Ji bo ku hemû tiştan pêk bînin divê piştevaniya jinên cîhanî hebe. Ev piştevanî ne tenê ji bo jinên êzidî, îro jinên êzidî tên qirkirin sibê dê jinên pêkhatiyên din, netewek din bên qirkirin. Li Rojhilata Navîn, Efrîqa û Ewropayê jin tên qirkirin û dê bên qirkirin jî. Ev pengav hem xwedî li derketina jinên êzidî û hem jî xwedî li derketina jinên cîhanê ye û pengava hişyarkirinê ye. Li tevahiya cîhanê em dikarin çawa xwe biparezin? Çawa xwedî li hevdû derkevin? Ziman û bawerî û hwd. dibe ku cuda bin lê herî dawiyê ji bo me tişta girîn jin e. Heke ev jin li Şengalê be, li başûr û rojavayê Kurdistanê, li Ewropayê, Tirkiye û Îranê be bi şêwazeke din tên qirkirin. Heke piştevaniya vê hemleyê bê kirin, dê parastin bên kirin. Yekitî û tifaqbûna jinan dikare rê li ber hemû qirkirinan bigire."
 
'Plansaziyeke berfireh li pêş me ye'
 
Berdevka TAJÊ Riham, da zanîn ku hemleya ku hatî destpêkirin niha li cîhanê belav dibe û got: "Naveroka hemleyê tê fêmkirin. Armanca wê tê fêmkirin. Ji xwe ev hemleya me dê heta 3’yê Tebaxê berdewam bike. Dê di çarçoveya hemleyê de panel bên lidarxistin. Civîn dê bên lidarxistin. Bi rêya onlinê bi kesayetên ewropî re civîn bên lidarxistin. Plansaziyeke berfireh li pêş me ye. Belê heta 3’ê Tebaxê hat gotin lê ev pengav dê heta hetayî berdewam bike. Heta ku qirkirina jinên êzidî bê qebûlkirin, parastina jinên êzidî bê mîsogerkirin û heta civak û jinên êzidî bighêjin mafê xwe wê ev hemle her berdewam bike."
 
Berjewendiyên dewletan...
 
Riham, destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê û Ewropayê jinan êşa jinên êzidî wekî êşa xwe dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê belê bi giştî jin ne bi xwedî îrade ne û ne jî serbixwe ne. Heke serxwebûneke wan hebûya û azad bûna dê rewş cûda ba. Ji ber ku ji ber berjewendiyên dewlet, partî û rêxistinên xwe hîn pirsgirêk dijîn û em jî bi wan pirsgirêkan re rûbirû tên. Lê bi giştî ji sedî 80’î piştevaniya doza me ya jinên êzidî tê kirin. Niha jî guftogo, danûstandin û nîqaşên me didomin. Bi daxuyaniyên xwe jî vê tiştî aşkera dikin."
 
Yekitiya Jinên Ciwan xwedî li hemleyê derketin
 
Riham di axaftina xwe de wiha bal kişand ser piştevaniya Yekîtiya Jinên Ciwan ên hemleyê: "Jinên ciwan hezê didin civaka êzidî. Jinên ciwan pêşeroja civaka êzidî ne û pêşeroja jinên êzidî ne. Şerê taybet li hemberî ciwanan pêk tê, kapîtalîzm herî zêde dora ciwanan dorpêç kiriye. Di fermanê de bi taybetî ya ku herî zêde êş keşand û zextan re rûbirû ma jî jinên ciwan bû. Bi taybetî êzidiyên 14 salî û 35 salî bêtir êş kêşandin. Ji ber vê yekê jî erka jinên ciwan e ku xwedî li rastiya xwe derkevin û li dijî êrişan li ber xwe bidin. Pêşiya qirkirinan bigirin. Hemleya ku me dest pê kir hemleya jinên ciwanan e. Divê di her derê hemleyê biqêrin."
 
'Em bang li jinên Ewropayê dikin...'
 
Berdevka TAJÊ Riham Hico wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû jinên êzidî yên li rojava, bakur, başûrê Kurdistanê, li Ermenistan, Rusya û Ewropayê dibin. Li ku derê dibin bila bibin divê xwedî li vê hemleyê derkevin. Li dijî qirkirina jinan rabe serxwe. Li Ewropayê jî jin tên qetilkirin, bi destdirêjî û şîdetê re rûbirû dimînin, mafê jinan tê îhlalkirin. Em carek din bang li jinên Ewropayê dikin ku bi dengek xurt tevlî pengavê bibin."