Ji qada 1'ê Gulanê: Îktidar tenê mirinê ji jinan re daxwaz dike

  • 10:19 2 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Jinên ku tevlî pîrozbahiya 1'ê Gulanê bûn diyar kirin ku AKP ji bilî mirinê tiştekî nade jinan, lê jin jî dê her têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. 
 
Texrîbatên îktidara AKP-MHP'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê li her qadên jiyanê xwe nîşan dide. Texrîba û qeyrana aboriyê her diçe kûr dibe, ev yek herî zêde bandora xwe li jinan dike. Dibe sedema tundiya li ser jinan û rê li kuştina jinan vedike. Lê belê li dijî vê yekê jin di 1'ê Gulanê de li Wanê di mîtingê de derketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Têkildarî texrîbatên derdikevin pêş me mîkrofona xwe dirêjî jinan kir. 
 
'Çareserî em in'
 
Hevseroka şaredariya Milazgira Mûşê Gulistan Ozer cejna 1'ê Gulanê ya hemû karkeran pîroz kir û wiha got:"Li her derê mantixa îktidarê heye û jin tune tên hesibandin. Di 1'ê Gulanê de em hemû kesên tên çewisandin, karker û xebatkar hatin gel hevdu û em roja xwe pîroz dikin. Em li dijî vê mantixa îktidarbûyinê li aliyê wekhevî û demokrasiyê ne. Bi taybet me polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên kurd dît. Li dijî vê yekê hem wekî jinên kurd hem jî wekî meclîsa jinan a DEM Partiyê di rêveberiyên herêmî de xebatên me hene. Çareserî em in."
 
'Bi guhertina îktidarê wê qeyran bi dawî bibe'
 
Hevşaredara Erdîşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Yildiz Çetin, da zanîn tevî polîtîkayên zextê jî gel li qadan e û wiha pê de çû:"Gel li berxwe dide. Gel careke din li vir nîşan da ku wê ji aliyê hiqûqê helwesta xwe nîşan bide û ji bo vê yekê têkoşiya. Ji encamên dawî yên hilbijartinê jî em fam dikin ku gel êdî vê rêveberiyê vê îktidarê qebûl nake. Li welêt qeyraneke cidî ya aboriyê heye. Mirov bi rastî jî nikarin debara xwe bikin, bêkarî gelekî zêde bûye û ciwan diçin derveyî welêt. Ev rewşeke cidî ye. Ji bo mirov li pêşiya vê bisekine jî polîtîkayek tune ye. Kesên zanîngeh qedandine bêkar in. Qeyrana aboriyê her diçe kûr dibe. Ji bo têkevin pêşiya qeyranê tu hewldana wan tune ye. Ev qeyran sûcê rêveberiya bê rêbaz a bi salan e. Ketina pêşiya texrîbata vê rêveberiya bê rêbaz ew ê ewqas ne hêsan be. Bi guhertina îktdarê ev ê bi dawî bibe. "
 
'Em ê têkoşîna xwe li her derê bidin domandin'
 
Yildizê bi lêv kir ku komkujiyên jinan her diçe zêde dibin û wiha lê zêde kir:"Îktidarê bi feshkirina Peymana Stenbolê rêjeya jinên tên qetilkirin zêde kir. Li Elbaka Wanê di demek nêz de jinekê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Berî wê li Erdîşê jî ev tişt pêk hat. Li bajarê em lê dijîn her roj jin tên kuştin. Bi rêxistinbûyina jinan ev komkujî dikare bê bidawîkirin. Em ê jin xwe birêxistin bikin û em serî natewînin. Ji bo nûnertiya wekhev em ê li her derê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Dawiya tundiyê nayê'
 
Gulten Gulluçayir, da zanîn tundiya li ser jinan, cihêkarî, mêtingeriya kedê bi dawî nabin û wiha got:"Dawiya tundiyê nayê. Bi KHK û tayinkirina qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin. Divê ev yek neyên kirin, divê her tim mirov ji îradeya gel re rêzê bigire. Divê sendîka rêxistinbûyina xwe zêde bikin û belav bikin."
 
'Êdî girtina hilmê jî gelekî zor e'
 
Gonul Golbaş Sevdinoglu, di serî de 1'ê Gulana jinan û ya hemû kedkaran pîroz kir û wiha got:"Li welatê me qeyrana aboriyê gelekî zêde ye. Êdî debar û girtina hilmê gelekî dijwar e. Li gel vêya mirov jin be ev hîn zor e. Mirov jin be kedkar û jina karker be ev dijwartir e. Jixwe keda jinan a ku li malê nayê xuyakirin û tune tê hesibandin heye. Ez bejna xwe li ber vê kedê ditewînim. Li gel qeyrana aboriyê qirkirina jinan, cinayetên jinan zêde dibin. Bi taybet bi polîtîkayên 22 salan ên îktidarê zextên li ser jinan zêde bûne û ez vêya şermezar dikim. Em wekî jin bi hêz in. Em bixwazin em dikarin serî bi her tiştî derxin. Çimkî yên ku dinyayê heyî dikin em in. Em ê vê hebûnê bidomînin. Em li ku derê bin em ê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî. "
 
'Çareserî guhertina îktidara AKP'ê ye'
 
Havîn Varhan, da zanîn qeyrana AKP bûye sedem bandorê li jin, ciwan û xwendekaran dike û wiha got:"Ez niha amadekariya zanîngehê dikim. Niha li Wanê beşa ez dixwazim bixwînim tune ye. Ez herim bajarekî dinê wê derfeta min a xebatê tune be. Wargehên xwendekar lê bimînin tune ne. Ji ber qeyrana îktidarê afirandiye em nikarin xaniyekî bigirin û lê bimînin. Loma derftê em zanîngehê bixwînin jî ji holê tê rakirin. Tê xwestin jiyaneke ku ez biryarê xwe nedim li min bê ferzkirin. Çareserî guhertina îktidara AKP'ê ye."
 
'Jinan bertek nîşanî îktidarê dan'
 
Zeynep Tagtekin, da zanîn îktidara AKP'ê di 25 salan de tenê ji bo jinan li mal, kar û kuçeyan mirin daxwaz kiriye û wiha got:"AKP'ê daxwaza mirina ji birçîna kir. Jinan li ser sindoqan bertek nîşanî îktidarê dan. Ji dîrokê heta niha jî jinan ji 1'ê Gulanê re pêşengî kirine. Jin ji bo li her derê bi awayekî wekhev bijîn ji bo derfetên kar ên wekhev qad tije kirin."