Rojnameger Esra Solîn Dal 9 roj in di hucreyê de tê girtin

  • 13:36 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnameger Esra Solîn Dal ji 26’ê nîsanê ber bi îro ve di qawîşa yekkesî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. 
 
Di çarçoveya lêpirasîna li Stenbolê hatiye destpêkirin de, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal di serdagirtina malê ya 23’yê nîsanê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”  di 26 nîsanê de hate girtin. Esra Solîn di qawîşa yekkesî ya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin. Hat destnîşankirin ku daxwaza Esra Solîn a çûna cem girtiyên jin ên din, jî hêj jî nehatiye bersivandin. 
 
Parêzerên Esra Solîn diyar kirin ku li hemberî muwekîla wan “muameleyekî taybet” heye û anîn ziman ku ew ê ji ber vê rewşê têkevin hewldanên hiqûqî.