Kesên li Dêrsimê hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 15:18 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
DÊRSIM - Di salvegera Komkujiya Dêrsimê de, bi pêşengtiya rêxistinên elewiyan li herêma Kûtûdereyê bernameyekî bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de bangawaziya hevrûbûna hat kirin. 
 
Di salvegera Komkujiya Dêrsimê ya 4’ê Gulanê de, bi pêşengtiya rêxistinên elewiyan li herêma Kûtûdereyê bernameyekî bîranînê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari jî tev li bîranînê bû. Bîranîn bi vêxistina çeraxê û rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan ji bo komkujiya ku pênaseya “Roja Reş” lê dikin banga “hevrûbûnê” kir û wiha axivî: “Armanca me ew e ku em vê komkujiyê nedin jibîrkirin, ji nifşên nû re vegotin û rojekê ji bo hevrûbûnê têkoşînekî hevpar a civakî meşandin e.” 
 
Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiyên Elewiyan a Elmanyayê Huseyîn Mat tiştên di dema komkujiyê de hatine jiyîn bi bîr xist û ev tişt gotin: “Me vê êşê tu car ji bîr nekir. Em li Ewropayê ji bo Komkujiya Dêrsimê were nasîn gelek xebatan didin meşandin. Dema ku em tên Dêrsîmê şûna ku em bibînin dewlet dê bi komkujiyê re hevrû bibe û hesabê bipirse, polîtîkayên xwe yên înkarkirinê û asîmîlasyonê didomîne. Ji bo Dêrsimî bi zimanê xwe neaxive, baweriya xwe nejî dewlet gelek projeyan dixe meriyetê. Xwezaya me tê texrîbkirin. Zû an dereng dê dewlet helbet hesaba vê qirkirin û sirgûnkirinan bide, hevrû bibe.” 
 
Hevserokê Giştî ya DAD’ê Zeynel Kete jî wiha axivî: “Hemû zindî rastî komkujiyê hatin. Bi qanûna di sala 37’an de hatiye derxistin fermana komkujiyê hate dayîn. Riya wan riya me ye. Em ê yên hatine qetilkirin dê tu car ji bîr nekin.” 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî,  kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Me Komkujiya Dêrsimê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin. Me ji bo komkujiyên nû neyên jiyîn, êşên me zêde nebin, nexwest komkujî were jibîrkirin."
 
Tulay komkujiyên hatine jiyîn rêz kir û axaftina xwe wiha domand: “Heya ku Tirkiye dest ji birdoziya cihêkariyê ya li dijî elewî û baweriyên din berdide, heya ku di serî de elewî û beweriyên din hemû mafên xwe yên bingehîn bi tamînata Destûra Bingehîn bi dest dixin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Tulay ji bo bi komkujiyê re hevrûbûn çêbe xwest komîsyon were avakirin, lêborîn were xwestin û wiha pê de çû: “Heya ku ev yek pêk tên dê têkoşîna me bidome. Ev erdnîgarî ya me hemûyan e, têrî me hemûyan dike. Ji bo ku bi heqîqetê re hevrûbûn çêbe em ji vê derê careke din bangawaziya xwe dubere dikin. 
 
Bîranîn bi avêtina qûrnefîlên ser Çemê Mûnzûrê bi dawî bû.