Rapora meha nîsanê ya KCDP’ê: 32 jin hatin qetilkirin

  • 21:12 4 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP’ê 32 jin hatine qetilkirin û 13 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Plaftforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Nîsanê de 32 jin hatin qetilkirin û 13 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Di raporê de hat gotin 10  ji ber xwestine dest ji mêr berdin, lihevhatin redkirine, zewac redkirine, têkilî red kirine , jinek ji ber dê û bavê wê lihev nehatine, yek bi hinceta xwedîkirina pisikê,  jinek bi hinceta ku zarokê wê kevir avêtiye, yek bi hinceta aboriyê hatiye qetilkirin û 18 heb jî nehat tespîtkirin ku bi kîjan hincetan hatine qetilkirin.