Li Stenbolê 38 kes hatin girtin

  • 08:55 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê li 38 kesên di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de hatin binçavkirin hatin girtin.
 
Di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li Saraçhaneya Stenbolê 65 kes hatibûn binçavkirin û piştî kontrola tenduristiyê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Ji binçavkiriyan 52 jê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê” û “ji bo peywira cemaweriyê nede kirin li ber xwe da” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Dadgehê ji bo 38 kesan biryara girtinê da û 14 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.