Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

  • 11:59 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakrhan, çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Parlamenter û rêveberên partiyê yên bajar jî di serdanê de cih girtin. Şande, ji hêla Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û hevşaredarên navçeyan ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Tuncer Bakirhan, di serdanê de di şexsê şaredariyan de xelkê bajar pîroz kir û wiha got: “Di serî de hevşaredarên me yên Bajarê Mezin, em di wê baweriyê de ne ku dê hevşaredarên me xizmeteke layiqî xelkê me bikin.” 
 
Tulay Hatîmogûllari jî bi bîr xist ku wan di hilbijartinê de soza xizmeteke hêjayî gel dane û ev tişt anî ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku hem li Amedê hem jî li deverên din em ê xizmetekî hêjayî gel bikin.” 
 
Hevserokên giştî di serdanê de şampiyontiya Amedsporê jî pîroz kirin. 
 
Piştî axaftinan, serdan ji çapemeniyê re girtî hat dewamkirin û piştre jî hevserokên giştî ji şaredariyê veqetiyan.