Li Mêrdînê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

  • 13:20 5 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN -Suryaniyên bajêr Cejna Paskalyayê li Dêra Kirklarê pîroz kirin.
 
Suryaniyên li Mêrdînê dijîn Cejna Vejînê ku di baweriya wan de cejna herî girîng e, pîroz kirin. Li Dêra Kirklarê ya navçeya Artukluyê bi minasebeta Cejna Paskalyayê merasim hat lidarxistin. Merasîm ji aliyê Metropolitan Mor Filoksinos Saliba Ozmen û Keşeyê Dêra Kirklarê Horî Gabriel Akyuz ve hat lidarxistin. Di merasîma ku îlahî hatin xwendin de ji aliyê peywirdarên olî û zarokên Suryaniyan ve meşek hat lidarxistin.
 
Salîba Ozmen piştî merasîmê wate û girîngiya Cejna Vejînê vegot û xwest ku bibe sedema aştiya cîhanê.
 
Piştî rêzgirtinê Suryaniyan li Dêra Kirklarê kulîçe û çîkolata pêşkêşî hev kirin. Herwiha suryaniyan hêkên paskalyayê jî îkramî hev kirin.