6'ê Gulana 1992'yan: Lîstikvana qalibên sînemayê nas nekir jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
Di 6’ê Gulana 1992’yan de Marlene Dietrich a ku di cîhana sînemayê de qalibên zayenperestî û nîjarperestîyê şikandî bû jiyana xwe ji dest da. Marlene red kir ku di fîlmekî propagandaya Nazîyan dikir de bilîze û cilên dihat îddîakirin ku ji bo mêran e li xwe dikir. Marlene li ber ekranên televizyonan jinekê maç dike û di 1930’yî de wê zordarî û zayendîya cîvakê bi rêya serhildanê şikand.
 
Maria Magdalena Dietrich a ku bi navê Marlene Dietrich dihat nasîn bi eslê xwe Elmanî ye û lîstikvana sînemayê ye û stranbêj e. Marlene wek stranbêjek a kabaretê dest bi kariyera xwe ya dirêj kir û di 1920’î de dikeve nav Enstituya fîlmên Berlînê û piştre di Hollywoodê de bi ser dikeve. Di nav jinan de wek pêşenga kincên mêranî dihat hesibandin. Marlene ya ku bûbû namzeta Oskarê li gorî Enstituya Fîlmên Emerîkî ew di nav 9 jinên lîstikvanên herî girîng de ye. Fîlmê Der Blau Engel/The Blue Angel (Milyaketa Şîn) a ku bi du zimanî hatîbû kişandin, ji bo Marlene guhertinek herî baş bû. Di fîlm de karaktera bi navê Lola-Lola dida nîşandan ew wekî stêrkek fîlimê ya navneteweyî da naskirin.
 
Di dîrokê de hin geşanên qewimî wiha ne:
 
2015: Li Fransayê parlamenterekî ji rojnamevanek jin a ji bo nûçeyan rawestiyayî bû re got: “Ma hûn li benda kiryariya ne.” Li ser vê yekê 40 rojnamevanên jin ji siyasetmêdar û hikumetê re nameyek bi navê “Dev ji destdirejiyê berdin” nivîsandin û name di Rojnameya Libêration de hat weşandin.  
 
2018: Samar bint Mazin Salih li Japonyayê wek bazirganiya ataşa ya Erebistana Saudû hat destnîşankirin. Cara yekem e ku jinek tê wezîfedarkirin.
 
2019: Dayikên girtiyên siyasî ji bo zarokên xwe xwestin ku li parqa Koşuyoluyê çalakiya daxuyaniyê pêk bînin. Dayik ji dorpêça polîsan vekişiyan û meşiyan ber avahiya TUAY-DER'ê û li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
2020: Şaredariya Qersê ya HDP’yî Navenda Piştevaniya Jinan ava kir.