Emîne Şenyaşar: Ji vê zilmê re êdî bes e!

  • 19:47 6 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar 95 roj in çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomine û got, “Çawa li Wanê gel kom bûn divê li vir jî gel kom bibe. Divê em ji zilmê re bêjin êdî bes e.”
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 95’emîn de berdewam kir. Emîne bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê re nobeta xwe domand.
 
Endam û rêveberên DEM Partî ya Enqerê û endamên Kollektîfa Demokrasî Sosyalîst serdana Emîneyê kirin. Polîsan pankart asteng kir. Emîne di çalakiya de got, “Çawa li Wanê gel kom bûn divê li vir jî gel kom bibe. Divê em ji zilmê re bêjin êdî bes e. Ez banga piştevaniyê li gel dikim.”
 
Di dema çalakiyê de ketin û derketina li wezaretê hat astengkirin.