Belgefîlma Jinwarê li Qamişloyê hat nîşandan

  • 10:12 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefilma Jinwar a derhênera wê Nadya Derwîş e yekemîn car li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê hat nîşandan.
 
Komîna Fîlm a Rojava li Qamişloyê nîşandana yekemîn a belgefilma Jinwar a derhênera wê Nadya Derwîş e, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê pêk anî.
 
Derhênera Belgefilmê Jinwarê ya derbarê bergefîlmê de ji ajansa me re axivî wiha got: “Di destpêka avakirina gund de şopandina me ji vî belgefilmî re çêbû ku çawa jin di gund de kar dikin. Ew bi xwe malan ava dikin, weke gundekî ku lê were jiyîn, di heman demê de armanca ji vî belgefilmî ku jin çawa xwe bi xwe gundekî ava dikin. Hewce yî tu kesî nabînin û çawa navê gund bi wateya wê ya xuyakirî hat lêkirin ‘Warê Jinê’. Cara yekem e di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin gundekî ava dikin, avakirina gund bi xwe zehmetî bû, hizrekî cuda ye bi rastî. Em weke jineke sînameger û derhêner karekî wiha dikin û zehmetî tên jiyîn.”     
 
Pêşandana Belgefilmê Jinwar bi dirûşmeya ’’Jin Jiyan Azadî’’ bi dawî bû.