'Em pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin!'

  • 10:29 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinan têkildarî zextên li ser Çapemeniya Azad peyama, "Em ê bi hev re li dijî vê bêhiqûqiyê têbikoşin, em pênûsa heqîqtê li erdê nahêlin" dan.
 
Zext û êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li ser Çapemeniya Azad roj bi roj zêde dibin. Di encama operasyona ku di 23'yê Nîsanê de li Stenbolê hat kirin de 9 rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan 3 rojnameger hatibûn girtin. Di 6'ê Gulanê de jî çaarçoveya lêpirsîneke 2021'ê de ji alyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve operasyon hat destpêkirin û li gel rojnameger Derya Ûs û Nûrcan Yalçin gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin duh li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin û li bendê ye ku îro wan derxin serdozgeriyê. 
 
Siyasetmedarên Wanê bertek nîşanî zextên bêdawî yên li ser çapemeniya azad dan û gotin ku ji bo pênûsa heqîqetê nekeve erdê dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
'Pêşketina demokrasiyê girêdayî azadiya çapemeniyê ye'
 
Hevşaredara berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erdîşê ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, Yildiz Çetîn, bi bîr xist ku di rojên dawî de gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin û got, "Binçavkirin li dijî hiqûqê ye. Rojnamevanên ku azad hest û ramanên xwe radigihînin û li ser bingehek rast ragihandînin binçavkirina wan nayê qebûlkirin. Ji bo ku demokrasî û hiqûq pêş bikeve divê çapemêenî azad be. Bêdengkirina çapemeniyê nayê qebûlkirin. Raya giştî bi nûçeyên çapemeniya azad ji rastiyan agahdar dibe. Mafê civakê ye ku agahiyên rast bigire heye û ev maf nayê astengkirin."
 
'Çapemeniya Azad li Kurdistanê bûye dengê gel'
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajarê Wanê Gulşen Kurt jî diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi salan e bi awayekî sîstematîk tundî, zext û girtinên li dijî Çapemeniya Azad didomîne. Gulşenê destnîşan kir ku zext bi zanebûn tên meşandin û got, “Divê ev tundî, zextên li ser çapemeniya azad ku dengê heqîqetê ye bi dawî bibin.  Çapemeniya azad li Kurdistanê bûye dengê gel.  Divê em weke gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî girtin û binçavkirinan bi taybet ên li dijî çapemeniyê bisekinin. Em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku bibin yek di zûtirîn demê de dawî li vê şîdetê bînin û pênûsa heqîqetê nekeve erdê."
 
Di dawiyê de Gulşen got, “Divê demildest dawî li van girtin û binçavkirinan bînin. Daxwaza me ji gelê me yekîtî ye. Em şîdet û zextên li ser çapemeniyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê qebûl nakin. Em hemû dengê wan in. Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.Em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Ew ê nikaribin bi rojnamegeran gavê paşve bidin avêtin'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kaya, diyar kir ku dewlet êrîşên xwe yên li dijî Çapemeniya Azad li her derê didomîne, mîna êrîşên 23’ê Nîsanê yên li ser Medya Haber TV û Stêrk TV, Zeynep destnîşan kir ku armanc ew e ku raya giştî ji rastiyê dûr bixin û wiha got: “Bila ev bê zanîn ku êdî haya gelê Kurd ji her tiştî heye û her tiştî dizane. Zexta vê hikûmetê yên li ser çapemenî û ciwanan  dê nikaribin bi rojnameeran gavê paşve bidin avêtin.  Weke jin em ê hem têkoşîna jinê hem jî têkoşîna hevalên xwe yên çapemeniya azad hembêz bikin û ji bo mezinkirina wê li her derê têbikoşin. Em hêvî dikin ku hemû raya giştî û hêzên girseya demokratîk xwedî li demokrasiyê derkevin. Divê em bi tevahî li dijî vê neheqiyê bisekinin. Em di wê baweriyê de ne ku ger em bi hev re têkoşîna xwe bimeşînin, em ê van meylên faşîst ji holê rakin. Werin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin.”