Kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 15:28 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - 7 kesên ku di nav de rojnameger Darya Us û Nurcan Yalçin ên duh li Amedê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê bi dawî bû sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dadgerî biryara serbestberdanê da. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, di serdegirtinên duh ên li Amedê de rojnameger Derya Us û Nurcan Yalçin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Piştî îfadeyên wan ên li emniyetê duh bi dawî bûn, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgerî jî bi biryara kontrola edli sewqê dadgeriyê hatin kirin. 
 
Dadgerî jî bi şerta kontrola edli biryara berdana 7 kesan da. 
 
Dîlan Polan Dîrîn a ku zaroka wê ya 11 mehî hebû duh serbest hatibû berdan.