Tevî ambargoyê jî, bi çandiniyê re çanda jina kedkar diparêzin

  • 09:08 8 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên ji Efrînê hatine koçberkirin, li kantona Şehbayê diyar kirin ew ji bo debara xwe û parastina çanda jina kedkar, bi çandiniyê re mijûl dibin û gotin:“ Em bêhna xwe bi çandiniyê re derdixin û em bi karê xwe gelekî şanaz in ji ber  tevî hemî cureyên êrîş û ambargoya li ser me tê ferzkirin em li ber xwe didin û jiyana xwe didin domandin." 
 
Ev bû zêdeyî 6 salan ku welatiyên Efrînê bi darê zorê ji mal û axa xwe koçberî kantona Şehbayê bûne. Li vir tevî ku di rewşek koçberî û ne bi ewle de ne, di ser de jî dewleta tirk û komên girêdayî wê her êrîşên xwe bi ser welatiyên Şehba û koçberên ji Efrînê hatine, dide dewamkirin. Her wiha hikumeta Şamê rambargoya xwe bi ser de jî dide ferzkirin. Jinên kantona Şehba-Efrînê yên ku ji bo dewamkirina berxwedana xwe hemî cure kar û xebatê didin meşandin û niha bi karê çandiniyê mijûl in axivîn. 
 
Jinan diyar kirin ku ji bo debara xwe bikin û parastina çanda jinên kedkar bikin, bi çandinê re mijûl dibin ew ji gelek zehmetiyan re derebas dibin
 
'Ji bo debara xwe em bi hev re kar dikin'
 
Fatme Elî Hemo derbarê karê xwe yê çandiniyê de da zanîn ew her tim ji bo debara xwe û çanda xwe bi çandiniyê mijûl dibin û li berxwe didin û wiha pê de çû:"Ev 6 sal in em ji ser axa xwe bi darê zorê koçber bûne. Li vir kar kêm e, rewş zehmet e, ji bo em debara xwe bikin û aboriya xwe pêş bixin em karê çandiniyê dikin. Em axşov, palî dikin her wiha bi hemî cureyên sebzeyan mijûl dibin. Bi riya vê yekê em sûdê didin. Ji bo debara malê ez û hevjînê xwe em bi hev re kar dikin.”
 
‘Ambargo bi serê xwe karesatek mirovî ye’ 
 
Fatmeyê balkişand ser ambargoya heyî û wiha got:"Ji dema em koçber bûne û heta niha ji aliyê Hikumeta Şamê ve ambargo li ser me hatiye ferzkirin. Di encamê de pêdiviyên jiyanî mîna derman, xwarin û şîrê zarokan yek jê ya herî girîng jî sotemenî derbasî kantonê nakin. Ev yek bi tena serê xwe karesatek mirovî ye. Lê belê li dijî vê yekê em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Heta vegera li ser axa xwe ked berdewam e
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatmeyê da zanîn ku ew tevî hemû şertên dijwar ên koçberiyê têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Em danê sibehê saet di çaran de radibin û berê xwe ber bi çandiniyê ve vedikin. Em rojê 6-7 saetan  kar dikin. Lê ev yek bi zora me naçe, ji ber ku civaka kurd û bi taybet jina kurd ji demê berê de bi çandiniyê re mijûl dibe. Heta vegera li ser axa xwe ked û xebata xwe em ê bidin  berdewamkirin."
 
Tevî hemî cureyên şer li ber xwe didin
 
Gulê Birîmo diyar kir ku ew bi riya çandiniyê çanda xwe diparêzin û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Li kantona Şehbayê derfetên kar pir kêm e. Bi taybet ji bo malbatên xwedî zarok hîn kêm e.  Em jî weke jin hem ji bo parastina çanda jina kedkar hem jî ji bo debara xwe bi çandiniyê re mijûl dibin. Her wiha em bi mijûlbûna bi çandiniyê re hewl didin hinekî êşa koçberiyê li ser xwe sivik bikin. Em bêhna xwe bi çandiniyê re derdixin û em bi karê xwe gelekî şanaz in ji ber  tevî hemî cureyên êrîş û ambargoya li ser me tê ferzkirin em li ber xwe didin û jiyana xwe didin domandin."