Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bang kir

  • 14:04 8 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi salan e didome weke rûyê rast ê faşîzmê pênase kir û hat gotin ku divê kampanya hatiye destpêkirin veguhere serhildanê.”
 
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê qedexekirina serdanên malbat û parêzeran heta 3 mehan bi hinceta “cezayê dîsîplînê” ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku cezayê nû yê "dîsîplînê" yê ji 28'ê Adarê ve hatiye birîn, rûyê herî faşîst ê desthilatdariya AKP-MHP'ê yê li dijî gelê Kurd û dostên wan nîşan daye û hat destnîşankirin ku dem hatiye kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku bersiveke li dijî tecrîd û êrişan e, veguhere serhildaneke nû, weke serhildana li bajarê Wanê çêbû.
 
‘NY Konseya Ewropayê û CPT îşkenceya Îmraliyê meşrû dikin’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku NY, Konseya Ewropayê û CPT bi navê prosedurên hiqûqî polîtîkayên ku îşkenceya Îmraliyê meşrû dikin, pêk tînin û wiha hat gotin: “Bersiva Wezareta Dadê ya dewleta Tirk a ji bo daxwaza rakirina tecrîdê ya partiya DEM'ê, îsbat kir ku li ser Îmraliyê polîtîkayeke qirkirinê heye. Aşkera ye ku daxuyaniyên 'hiqûqî' yên CPT û Wezareta Dadê ya Tirk bi armanca rewakirina qirkirinê ne."
 
Hat destnîşankirin ku ji ber kaosa li cîhanê û herêmê, hiqûq nemaye, saziyên Ewropayê û yên navneteweyî hatine bêbandorkirin û derfet nîn e ku qala hiqûq, mafên mirovan, demokrasî û norman bê kirin.
 
‘Nirxên dîplomatîk û hiqûqî dikarin bibin amûrên têkoşînê’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di serdemeke wiha de divê gelê Kurd û dostên wan bi polîtîka û rêbazeke nû nêz bibin û wiha hat gotin: "Nirxên dîplomatîk û hiqûqî dikarin bibin amûrên têkoşînê lê kêmasiya fikirandina ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo dê li ser bingeha vê bê misogerkirin, li holê ye. Diyar e ku di vê pêvajoyê de divê birêxistinbûn were berfirehkirin, tifaqa gelan bê çêkirin û hem herêmî hem jî gerdûnî berxwedan were geşkirin. Berxwedana plankirî, sîstematîk û domdar a gelê Kurd bi awayekî mezin îsbat kiriye ku faşîzm paşve diçe.
 
‘Divê li dijî polîtîkayên tecrîda mutleq û qirkirinê bersivek xurt bê dayîn’
 
Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ramanên Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelan in, yekane riya çareseriyê ya kaosê ne û polîtîkaya tecrîda mutleq jî li hemberî vê yekê ye. Ji bo fikrên Rêber Apo ji Rojhilata Navîn û gelên cîhanê re ragihînin, bi polîtîkayên afirîner li her qadê divê fikrên Rêber Apo belav bikin û platformên siyasî û civakî di asta herî jor de biafirînin. Divê konferans, komxebat û semîner bên lidarxistin. Li ser vê bingehê divê bersivên herî berfireh ên li dijî polîtîkayên tecrîda mutleq û qirkirinê bên dayîn.”