Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan konferansek li dar xist

  • 18:31 8 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên kantona Firatê der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de konferansek li dar xist.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan konferansek li Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar xist. Di konferansê de bi sedan xwendekar û malbat û endamên Kongra Star amade bûn.
 
Endama Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Mercan Bozan nirxandinên Abdullah Ocalan xwend û got:" Karê herî baş ku ciwan dikin erk û berpirsyariya rêxistinî demokratîk ava dikin. Ciwantiyeke ku nirxekî çandî negirtiye û bi dest nexistiye bi xetere. Destpêkê bi nasnameyên xwe û rastiya xwe ya çandî  bijîn. Divê ciwan xwe, siyasetê û destkeftiyan nas bikin."
 
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana  Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ku li dijî wî hat kirin, hat nîşandan.
 
Endama Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto jî axivî û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan em gihiştine vê astê, di saziyên xwe de bi zimanê xwe diaxivin û dinîvisînin. Bi rastî zimanê me ji me re weke xewn û xeyal bû ku em pê bixwînin. "
 
Avaşîn têkildarî tecrîdê de jî wiha got:  "Rêber Abdullah Ocalan ev bû 25 sal e di nava çar dîwaran de ye. Zêdetirî 6 meh in tu agahî jê nayê wergirtin. Divê hemû ciwan hêz û vîna xwe xurtir bikin da ku em êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."
 
Beşdaran têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn zima û gotin wê heta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşînê bidin.
 
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Silava Nesan encamname xwend.
 
Encamname wiha ye:
 
“1-Heya Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe em ê têkoşîna xwe bilind bikin.
 
2- Hemû kar û xebatên ku em dimeşînin navenda wî de azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê azadiya Rêbertî pêk were.
 
 3-Divê bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan li her derê pêk were.
 
4- Li her derê komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan were şermezarkirin û dijî wê têkoşîneke xurt were meşandin.
 
5-Tecrîd û îşkenceya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin tu carî nayê qebûlkirin. Em ê li hemberî tecrîdê têkoşîneke şoreşgerî pêk bînin.
 
6- Em ê ramanên Rêber Abdullah Ocalan di ber kêliya jiyana xwe de bidin jiyîn.
 
7-Em wek ciwan bi têkoşîna Elî Çîçekan têbikoşin heta Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.”