Meral Daniş Beştaş: Deng bidin daxwaza dayika Emîne

  • 20:21 8 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE- Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 97’an de berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana Emîneyê banga ‘deng bidin daxwaza edeletê ya dayika Emîne, hûnê jî maf bidinê’ kirin.
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 97’emîn de berdewam kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Meral Daniş Beştaş, Omer Ocalan, Mahmut Dîncar û Zulkuf Uçar çûn serdana malbata Şenyaşar. 
Meralê di serdana malbatê de axivî û da zanîn ku Emîne Şenyaşar 846 rojan li Rihayê têkoşîna edeletê daye û piştre aniye Enqereyê ber wezareta dadê û got ev 97 roje tenê edeletê dixwaze. Meralê da zanîn ku ew her tim ligel daxwaza Emîneyê ne, ne wek parlamenter wek mirov ligel têkoşîna mafdar ya malbatê ne.
 
Meralê her wiha anî ziman ku malbatê hîna bi wezaretê re hevdîtinek rû bi rû pêk neanîne û got: “Ez bang li wezîrê dadê  Birêz Tunç dikim; Dayikek ligel we ye. Ka carekê gûh bidin daxwaza dayika Emîne wê hûnê jî maf bidinê. Yekane daxwaza wê azadiya kurê wê ye. Em ligel daxwaza edeletê ya Dayika Emîne ne.”