Di komxebata ciwanan de daxwaza hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re

  • 17:34 10 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ciwanên Êzîdxan û Jinên Ciwanên komxebateke bi diruşmeya ‘Desthilatdarî, Dewlet û Demokrasî’ pêk anî û di komxebatê de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin.
 
Yekitiya ciwanên Êzdixanê îro li navenda xwe ya bajarê Şengalê komxebatekî bi diruşma ‘Desthilatdarî, Dewlet û Demokrasî’ bi tevlîbûna delege û  gelek kesî pêk anîn.
Danê sibê semînera li ser ‘Desthîlatdarî û Dewlete’ danê evarê ji semînera li ser ‘Azadî û Demokrasî’ ji aliyê endamên Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê Amir Selîm û endama  Jinên Ciwanên şengalê Lîza Xeyro hatin pêşkeşkirin.
 
Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê û Jinên Ciwanên Şengalê di dawiya komxebatê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan a Şengalê Lîza Xeyro ve hate dayîn. Ciwanan di daxuyaniyê de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin.
 
‘Em dixwazin Rêber Apo bibînin’
 
Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: “Em wekî Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê û Jînên Ciwanên Şengalê pevajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin tevlî dibin. Em Rêber Apo îrada xwe dîbînîn. Ew bangawaziya dirokî ya Rêber Apo daya destpêkirin ji destpêkê heta niha tevlî bidin û xebatên xwe dimeşînin.Em Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê û Jinên Cîwanên Şengalê daxwaza hevdîtina Rêber Apo dikin.”
 
Daxuyanî bi diruşma ‘Biji Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.