Şebnem Korur Fîncanci: Pêşîgirtina li şîdetê bi cezakirinê bi sînor nîne

  • 09:08 18 Adar 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci da zanîn ku zimanê desthilatdariyê şîdeta li ser xebatkarên tenduristiyê zêde kiriye û pakêta darazê ya lezgîn a hatiye meclîsê jî wiha nirxand: “Pêşîgirtina li şîdetê tenê bi cezakirinê bi sînor nîne. Divê li dijî sedemên ku şîdetê diafrîne têkoşîn bê dayîn.”
 
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serkomar Tayyîp Erdogan pakêta darazê ya lezgîn ku  sererastkirina ‘şîdeta li hember xebatkarên tenduristiyê’ jî dihewîne pêşkêşî meclîsê kir. Di pêvajoya amadekariya pakêta darazê de nêrînên parêzvanên mafên jinan û rêxistinên tenduristiyê  nehat girtin û desthilatdarî bi destê darazê polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tîne û bi vê re jî rê li ber şîdestê vedike.
 
Pakêt di ‘Pêşnûme Qanûna der barê Hinek Qanûnan de Guherîn û Qanûna Cezayê ya Tirk’ de birin TBMM’ê û ji Komîsyona Edeletê re hat ragîhandin. Seroka Konseya Navenda TTB Şebnem Korur Fîncanci  da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de ku şîdet û binpêkirina li hember xebatkarên tenduristiyê zêde bûye, bi vê sererastkirinê nayên çareserkirin û got beriya her tiştî divê şert û mer bên başkirin.
 
‘Ji bo pêşîgirtina li şîdetê cezakirin têr nake’
 
Şebnemê daxuyakirin ku wek TTB'ê berê jî pêşnûme qanûn dane meclîsê lê cihên girîng ên vê pêşnûmeyê hatine jêbirin û di vê pêvajoya ku pirsgirêk pir zêde tên dîtin de, wek xal li qanûna tirik hatiye zêdekirin. Şebnemê bi lêv kir der barê ku Qanûna Muhakemeya Cezayê ya Tirk zêdekirinê de gav neyê avêtin kesên darazê rêve dibin jî di mijara pêkanîna qanûnê de nabin xwedî helwestek girîng û wiha vegot: “Niha di çarçoveya pêşniyara me de li qanûnê hatiye bicihkirin. Bêguman ev gavek girîng e. Lê pêşîgirtina li şîdeta di tenduristiyê de bi cezakirinê bi sînor nîne. Divê li dijî sedemên wê têkoşîn bê dayîn. Divê şert û mercên qada tenduristiyê bên dîtin.”
 
 Wezaret daneyên koda sipî nade
 
Şebnemê destnîşan kir ku di 2021’ê de daneyên  ‘Koda sipî’ ya 2021’ê ji Wezareta Tenduristiyê xwestine û hîna jî bersivek negirtine û wiha berdewam kir: “Gelek dem d ser re derbas bû lê me hîna dane negirtine. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê nirxandin bê kirin û tespîtkirina pirsgirêkan gelek girînge. Ligel vê veguhestina di tenduristiyê de û di şertên pandemiyê de şîdeta di qada tenduristiyê de zêde bûye. Ji ber asta yekem a xizmetên tenduristiyê hatin tunekirin, ji ber mafên nexweşan ê nayên parastin şîdet jî zêde dibe.”
 
‘Tenduristî maf e, ne qada karê ye’
 
Şebnemê didawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku zimanê otorîteya siyasî, şîdeta li hember xebatkarên tenduristiyê zêde dike û wiha dawî lê anî: “Divê projeya veguhestinê ya di tenduristiyê de bê sekinandin. Divê gavên xurt bên avêtin. Divê dawî li pêkanîna li ser performansê pere dayînê, bê dayîn. Dive şert û mercên xizmeta tenduristyê bên başkirin. Divê qada tenduristiyê wek kar neyê dîtin. Tenduristî maf e, ne qada karê ye.”