Ji ber qirêjbûna ava Firatê li Dêrazorê nexweşiyên cuda belav bûne

  • 11:55 30 Gulan 2022
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku Tirkiye ava Firatê qut dike, çem bûye cihê belavbûna nexweşiyan û ava wê nayê vexwarin. 
 
Polîtîkayên taybet ên Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava didomin. Ji ber qutkirina ava Firatê rêjeya ava Firatê kembûye û ev tişt jî bi xwe re xetereyên dijwar anî. Bi taybetî gundewarê rojhilatê Dêrazorê jîngeh qirêj bûye û gelek nexweşiyên wekî jehrî û nexweşiyên çerm berbelav bûne.
 
Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê ava Firatê paqij dikin û piştre vedixwin, ev jî banorê li sîstema parastinê ya laş dike. Hemşîreya li navenda tenduristiyê ya Ebû El-Hesen, Hemde El-Mensûr ji ajansa ANHA'yê re axivî û anî ziman ku rojane 30 nexweş serlêdana navendê dikin, zêdetirî 15 ji wan ji ber ava qirêj jehrî bûne û yên din jî roviyên wan îltîhab girtiye û mada wan diêşe, hem jî pirsgirêkên çerm belav bûne.
 
Hemde da zanîn ku navend li gorî derfetên xwe destwerdanên destpêkê ji nexweşan re dikin, ji wan sîrom û dermanên daxistina germahiya laş, ji ber ku ev nexweşî dihêle germahî bilind bibe. Hemde destnîşan kir ku navenda tenduristiyê her tim di amadekariyê de ye, nexasim dema bahoz radibe ji ber ku hin kes hene ji ber tozê dixeniqin. Ew ê bi hemû derfetên xwe xeteriya jehriyê derbas bikin, bi taybet di nav zarokan de.
 
Hemde di dawiyê de banga destekdayîna ji hemû navendên tenduristiyê yên li rojhilatê gundewarê Dêrazorê kir, bi taybet di vê demê de ji ber ku ava Firatê ji berê qirêjtir bûye, her wiha rewşa hewayê jî tê guhartin.