Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin

  • 12:58 10 Tîrmeh 2022
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE – Randevûyên ji bo doza bibîrxistinê yên Covîd-19’ê dest pê kirin. Kesên ku li ser derziyê wan ê dawî re 6 meh derbas bûne dikarin vê doza bibîrxistinê deyne. 
 
Ji bo doza nû ya Covîd-19’ê randevû hatin destpêkirin. Kesên ku bi ser derziyê wan a dawî re 6 meh derbas bûne, dikarin doza bibîrxistinê bibin. Kesên ku li ser  e-Nabiz’ê qeydkirî, ji îro û pê de dikarin li ser Pergala Randevûya Bijîk a Navendî (MHRS) randevûyê bigirin. Ji bo kesên 3 dozên Biontechê bûyîn dê doza 4’emîn jî were dayîn. Kesên bi ser temenê 65 salî û komên di xetereyê de jî dê doza xwe ya 6’emîn bibin. Ji bo doza bibîrxistinê welatî dikarin Biontech, Sinovac an jî Turkovacê hilbijêrin. 
 
Li gorî neşxeya Covîd-19 a heftane ya Wezareta Tenduristiyê ya dawî, ji 27’ê hezîranê heta 3’yê tîrmehê hejmara bûyeran li gorî hefteyek berê ji wedî 114 zêdetir bûye. Hejmara zêdebûna bûyeran li gorî du hefte berê jî 5 qet zêdetir bûye.