Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut bi taximên jinan dest pê kir

  • 09:42 17 Tîrmeh 2022
  • Tenduristî/Werzîş
STENBOL - Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a bi dirûşma "Tu jî golekê biavêje pêvgirêdayinê" ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve tê lidarxistin, bi maçên di navbera taximên jinan de dest pê kir. 
 
Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a bi dirûşma "Tu jî golekê biavêje pêvgirêdayinê" ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve tê lidarxistin, bi maçên jinan dest pê kir. Kemal Kurkut di Newroza 2017'an de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Di nava 152 taximî de 12 jê taximên jinan e. 
 
Maça ewil li Tesîsên Kulubeya Sporê ya Eyupsultan Karadolap a Stenbolê dest pê kir. Berî tûrnûvayê ciwanan govend gerandin û lîrandin. Ciwnan piştre dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî berxedana HDP'ê","Bijî berxedana zindanan","Kemal Kurkut nemir e" berz kirin. 
 
Li sehayê pankartên "Kemal Kurkut nemir e, em te ji bîr nakin","Li hemberî hişmendiya mêranî ciwanên welatparêz serî radikin û diherikin qadan" hatin vekirin. 
 
Maça ewil a tûrnûvayê jinan lîstin. Taximên Vejîn û Siya Jinên Zaningeh hatin beramberî hevdu. Maç bi encama 3-1 û bi serfiraziya taximê Siya Jinên Zaningeh bi dawî bû.