Tîma Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir

  • 16:30 11 Kanûn 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Tima Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê li sehaya xwe tîma Fenerbahçeyê 1-0 têk bir.
 
Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê di Koma B ya Super Lîgê ya Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe. Amedspor di hefteya 8’an de li sehaya xwe ya Tesîsa Şehmûs Ozer a Amedê bi tîma Fenerbahçeyê re lîst. Gelek alîgirên Amedsporê jî piştgirî dan tîma xwe. Amedspor di deqeya 87'an de bi gola Bakradze Teonayê 1-0 ket pêşiya û Fenerbahçeyê. 
 
Di lîstikê de tu golên din nehatin avêtin û lîstik bi 1-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû. 
 
Bi serkeftina vê hefteyê re puanên Amedsporê bûn 10 û di lîgê de di rêza 4’emîn de ye.