Dermankirina bi nebatên Zozanên Feraşînê

  • 09:03 18 Kanûn 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
WAN - Jina bi navê Nezahat Gur ya ji Zozanên Feraşîn nebatên cuda kom dike û di dermankirinê de bikar tîne, diyar dike ku ev nebat ji bo sermayê û gelek nexweşiyên din bi şifane.
 
Bi hatina demsala zivistanê re di serî de sermagirtin û gelek nexweşiyên din rû didin. Bi zêdebûna nexweşiyan re li aliyekî welatî serî li rêbazên dermankirina tibî didin û li aliyê din jî bi rêbazê xwezayî derman dibin. Nezahat Gur da zanîn ku bi taybet nebat ji bo sermayê gelek bi şifane û nebatên ji Zozanên Feraşîn kom dike, fêdeyên wê vegot.
 
Bi riyên xwezayî ji bo pirsgirêkên tenduristiyê çareserî
 
Nezahatê destnîşan kir ku ji 1992’yan heta niha ji bo nexweşiyên şewb, serma û her wekê din  nêzî 200 cure nebat kom dike û ji bo pisgirêkên tenduristiyê dibe çareserî. Nezahatê bi lêv kir ku dayika wê, xwesuya wê jî bi nebatan re eleqeder dibûn û hîna di temenê biçûk de, nebat fêr kiriye û ji bo nexweşiyan bikar aniye.
 
‘Ji Feraşînê cuda cuda nebatan kom dikim’
 
Nezahat ku di mehên biharê de diçe Zozanên Feraşîn û nebatan kom dike wiha dibêje: “Dema diçim zozanan kulîlkên rengîn kom dikim. Ez wan nebatan yek bi yek paqij dikim û hişk dikim. Amadekarina wan demek dirêj digire. Ger ku daxwaza min tunebûna min nikaribû ev kar bikira. Divê ji bo her karî jî daxwaz hebe. Nebat, xweza kêfê didin min.”
 
‘Min her roj nebatekî nû kifş kir’
 
Nezahatê destnîşan kir ku debata xwe bi riya dermankirina bi nebatên xwezayî dike û wiha dirêjî dayê: “Şertên jiyanê niha pir zehmet bûne. Em di derdê debarê de ne. Tevî vê zor û zehmetiyê ez ji ber karê xwe kêfxweşim. Ez bi rêbazên xwezayî gelek kesî derman dikim. Ez bi nebatan ji nexweşiyan re dibim şifa.”
 
Nebatên bi şifa
 
Nezahatê her wiha balkişand ser nexweşiyên ku zivistanê rû didin û ev pêşniyar kir: “Jin, zarok ferq nakin. Ji bo nexweşiyên wek sermayê bên ez; kevçiyek tarçin, kevçiyek îsot û yek jî zencefîl didim. Hingiv an jî dimsê li nav dixin û rojê sê caran bê vexwarin ji bo kuxikê gelek baş e. Her wiha şîlan, koka meyanê jî ji bo sermayê gelek baş in. Ev di nav avê de 7 deqeyan bên pijandin û rojê sê caran bê vexwarin gelek bi fêdeye. Ev ji bo nexweşiyên sermayê baş in.”
 
‘Sîr û pîvaz antîbiyotikin’
 
Nezahatê behsa nebatên ji bo strest û sikintiyê başin jî kir û wiha dawî lê anî: “Ji ber stresê mirov nerehet dibin. Nebata kehkira ji bo pirsgirêkên stres û sikintiyê gelek baş in. Dema bikin nav şîr û vexwin gelek baş e. Ev nebat mirovan rehet dike. di heman demê de sîr û pîvaz jî bi taybet divê mehên zivistanê de bên bikaranîn. Sîr û pîvaz antîbiyotîkên xwezayî ne.”