Nexweşiya Miyastaenîa Gravîs: Teşîs û dermankirina rast şert e

  • 09:02 18 Hezîran 2023
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji nexweşiyên ku kêm tê dîtin Miyastenîa Gravîs ger ku rast bê teşîskirin û dermankirin kalîteya jiyanê zêde dike û dibe sedema dirêjbûna temen.
 
Miyastenîa Gravîs (MG) navê nexweşiya ku dibes dema cot dîtinê, zor û zehmetiya axaftin û xwarinê ye. Pispor Doktor Banu Kili Taşkopru bi wesîleya meha hişmendiya Miyastenîa Gravîs axivî û diyar kir ku nexweşî beriya temenê 40’î piranî bi jinan re tê dîtin û piştî temenê 60’î jî bi mêran re zêdetir tê dîtin.
 
Banuyê da zanîn ku Miyastenîa Gravîs nexweşiyeke ku kêm tê dîtinê ye û li seranserê cîhanê serî kesî di mîlyonê de heta 204 kesî tê dîtin û got: "Li welatê me jî daneyek zelal tune û nexweşî ne kronîke. Di vê nexweşiyê de rêjeya mirinê jî ketiye.
 
Li seranserê cîhanê  ji 7 hezarî zêdetir nexweşiyên ku kêm tên dîtin hene û 400 mîlyon mirov bi van nexweşiyanketine. Li Tirkiyeyê jî bi 7 mîlyon kesî re nexweşiyên kêm tên dîtin hene. Ev nexweşiyên kêm tên dîtin jî nexweşiyên kronik û pêşketî, xwedî rêjeya mirina bilid in.
 
Ev nexweşî bi taybet divê rast bên teşhîskirin. Pêvajoya teşîsa nexweşiyên kêm tên din jî dema wê navbera 4 meh an jî 8 salan de ye." 
 
Bi enfeksyonê rîsk zêde dibe
 
Banuyê  der barê nexweşiyê de wiha got: “Ev nexweşî di encama pêşketina antikor, qisura navbera sînîr û kas de dertê holê. Nîşaneya wê di masûlkeyan  de êş dertê holê. Ev bê hêzbûn û qelsî her diçe  xera dibe. Êş  sibehan keme û nav rojê de zêde dibe. Bi enfksiyonê re rîska giranbûnê zêde dibe. 
 
Masûlkeyên  tevgerê kapaxa çav kontrol dikin jî qels dibin. Forma nexweşiyê pêş dikeve û xwe wek pirsgirêkên  qelsiya masûlkeyên stû, serî, laş û hilmê xwe didin der.”
 
Dermankirina rast girîng e
 
Banu der barê nexweşiyê de bi lêv kir ku norolog û noromuskuyên der barê nexweşiyê de xwe pêş xistine teşîsa MG dikin û got ku der barê nexweşiyê de perwerde gelek bi fêde ye. Banuyê der barê tesîs û dermankirina rast de jî ev nêrîn anîn ziman: “Miyastenîa Gravîs ger ku rast bê teşîskirin û dermankirin kalîteya jiyanê zêde dike û dibe sedema dirêjbûna temen. Ev nexweşî baş neye dermankirin bike ku rîska mirinan zêde be. Em bi şans in ku li welatê me dermankirin baş tê kirin . Divê nxweşiya MG di bin kontrola doktor de be û dermankirin bidome.”