'Divê alavên tenduristiyê ji bo jinan bê pere bin'

  • 09:02 20 Tebax 2023
  • Tenduristî/Werzîş
Melîke Aydin
 
STENBOL - Bijîşk Irmak Saraç, diyar kir ku ji ber zêdebûna bihaya alavên tenduristiyê jin pirsgirêkên tenduristiyê dijîn û divê alavên tenduristiyê bê pere bin û her kes bikare xwe bighîne û got: "Ji bo vê jî divê polîtîkayên hikûmetê jî di vî alî de biguhere."
 
Bi krîza aborî re, zehmetiya xwegihandina alavên tenduristiyê yên zayendî, tenduristiya jinan dixe xetereyê. Îro jin nikarin bi rihetî xwe bighînin hebên kontrola ducaniyê, kondom, ped, tampon û hwd. Ev tişt ji bo jinan pirsgirêkên serekene û li hemberî vê yekê jî tu polîtîkayeke dewletê nîne. Derbarê mijarê de Operator û Pispora Welidînê û Nexweşiyên Jinan Irmak Saraç axivî. 
 
Irmak, diyar kir ku dewlet di mijara tenduristiya jinê de kem derfet diafirîne û got: "Di hêla tenduristiya jinê de dewlet qels e lê ji bo welidînê jî teşwiq dike. Dewlet di nava malê de jinê wek dayik pênase dike. Divê ji bo jinan xwegihandina kelûpelên tenduristiyê bê pere be û derfetên wekhev bê afirandin. Ev tişt jî bi guherîna polîtîkayan dê pêk bê. Dewlet tenê di hêla welidînê de piştevaniyê dike û derfetan diafirîne. Dewlet piştgiriyê dide teknolojiya welidînê û pere ji bo vê yekê vediqetîne. Lê ji bo kontrolkirina welîdinê jî tu budçe venaqetîne. Kesên ku perê wan hebin ji xizmetên kontrolkirina welidînê sûdê digirin. Divê ev yek biguhere û herkes bikare ku xwe bighîne xizmetên bi vî rengî. Jinên ku dixwazin dawî li ducanîbûna xwe bînin nikarin xwe bighînin cihan. Ev tişt pirsgirêkek mezin e." 
 
Nikarin pedê bistînin
 
Irmak, da zanîn ku ped, tampon û amûrên paqijiyê her tim biha dibin û wiha bi lêv kir: "Ev tiştên ku hewcedariya jinan pê heye pir biha ne. Li cîhanê li hinek welatan bi têkoşînê ev bihabûn ji holê hat rakirin. Her wiha li hîn welatên ewropayê ped bê pere tên dayîn. Lê li cem me ev tişt gelekî bihaye û gelek kes nikare xwe bighîne jî. Her wiha jin ji bo xwerin û vexwarinê gelek caran ped nastînin. Ji ber ku divê fature bide, debara malê bike, xurekan bistine hwd. Di vê helê de jin dikevin tengasiyê û ji bo xwe dev ji i tişta herî sereke berdidin. Zarokên keç yên xizan dema regl dibin naçin dibistanê. Ev tişt ji bo xwendevanên zanîngehê jî wisa ye. Cilên kevn tên çirandin û dikin ped. Çend pedên ku tên şûştin hebin jî gelek bihane."
 
Ji bo pêşîlêgirtina ducanibûnê bûdçe nîne 
 
Bijîşk Irmak, diyar kir ku amûrên paqijiyê ji bo tenduristiyê gelek girîng e û wiha axivî: "Hin tiştên ku çawa erzan dibin em nizanin. Pergala li welat baş nayê şixulandin û tişt nayên kontrolkirin. Her wiha rêbazên pêşîlêgirtina ducanibûnê, hebên kontrolê, bihayê kondomê jî zêde bûne. Veqetandina bûdçeyê ji bo wan tiştan gelek zehmet e. Ev xizmet ji hêla Bijişkên Malbatê ve jî êdî nayê dayîn. Navêndên jiyanê yên bi tendurist gelek kêm in, hin der spiral liberdixin. Di hêla malzemeyan de gelek pirsgirêk hene. Heke biçe nexweşxaneyên dewletê jî divê ji xwe re spiral bikire. Ev tişt hem di hêla dem û hem jî di hêla aboriyê de gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne." 
 
Xwegihandina xizmetên welidînê
 
Irmak, daxuyand ku xwegihandina kondomê jî zehmetî heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Xwegihandina kondomê ne tenê li dijî ducanîbûnê ji bo tenduristiya jinê jî girîng e. Nexweşiyên ku bi rêya têkiliyên cinsî derdikevin holê, bi kondomê tê astengkirin. Ji bo xwe parastina ji ducanîbûnê kondom girîng e, lê kesên ku nikarin xwe bighînin jî rêbazên cuda bikartînin. Her wiha ji ber ku bihayên prezervatîfê jî gelek zêdeye dibe ku hejmara ducanîbûnê jî zêde bibe. Niha dane û îstatîstîkek derbarê mijarê de nîne. Lê divê herkes bi rihetî xwe bighîne xizmetên wisa. Heke jin nekarin xwe bighînini malzemeyên xweparastina li ducanîbûnê dê tenduristiya jinê bikeve xetereyê. Divê hemû xizmet bêpere û wekhev be, di nava derfetên ewle de bên kirin. Ev tişt mafê tenduristiyeyê. Xwegihandina ped û tamponê mafê tenduristiyê ye. Divê dewlet polîtîkayên tenduristiyê yên bi vî rengî zehmetiyê dide tenduristiya jinê biguherine." 
 
Biyahên hîn kel û pelên hewce yên sala 2022'yan û ya îsal; 
 
Di nîsana 2022’yan de Koteks 12 lib peda hijyenîk 13 TL, di meha cotmeha 2022’yan de bû 22 TL. Ji bo pedên din jî bihabûn ji 22 TL'ê dest pê dikir. Niha Koteks 12 lib ped 73 TL. Bihayên pedên din jî ji 54 TL'yê dest pê dike. 
 
Heba kontrola welidînê di tîrmeha 2022'yan de ya bi marka Yasmine ji 97 TL'ê derket 193 TL. Markaya Ginera jî ji 106 TL derket 166 TL. Markaya Diane ji 40'lî derket 56 TL. 
 
Heba Kontrola Welidînî ya demildest (Heba roja din) di tîrmeha 2022'yan de ya bi marka Elle 226 TL bû 321 TL. Markaya Ertes ji 190 TL derket 270 TL. 
 
Neo penotran fort a ku li dijî mantara vajînal tê bikaranîn jî di tîrmeha 2022'yan de 77 TL bû niha jî bûye 150 TL.