Xebatên sezona nû yên Amedsporê dest pê kirên

  • 09:02 5 Îlon 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Taximê Futbolê yê Jinan ê Amedsporê îdmanên xwe yên sezona nû didomînin. Lîstikvanên taxim banga mezinkirina piştevaniyê kirin û wiha gotin:"Heta gel piştgiriyê bide me em ê hebin." 
 
Her tim êrişên nîjaperestî li Amedsporê tên kirin û li dijî vê yekê li dijî hemû astengiyan xebatên xwe didomîne. Xebatên  Taximê Futbolê yê Jinan ê Amedsporê yên ji bo sezona nû, dewam dikin. Zextên siyasî û malî jî li kuluba Amedsporê tê kirin û hewl tê dayin bê girtin. Jinên têkoşîna xwe didomînin û piştgiriya gel digirin li Tesîsên Werzîşê yên Şehmus Ozer xebatên xwe didomînin. 
 
Me ji jinên Taximê Futbolê yê Jinan ê Amedsporê xebatên wan pirs kir. 
 
'Li dijî jinan pêşdarazek heye'
 
Kaptana taxim Hatice Merve Çavur diyar kir ew 4 sal in di taxim de cih digire û got:"Me ji bo sezona nû xebatên nû dest pê kirin. Cara weil îsal ji bo me tesîsek hat veqetandin. Me di serê sezonê de dest bi cotantremanan kir. Wiha dewam kir. Hefta borî bi Antalya Spor maça me hebû. Bi awayekî wekhev bi encam bû. Em ji niha şûnde bi antremanekê riya xwe bidomînin. Li ser erdnîgariya em lê dijîn li dijî jinan pêşdarazek heye. Dibêjin 'jin nikarin futbolê bilîzin'". Lê belê em difikirin ku me ev fikir sala borî têk bir. Bi giştî îsal me baş dest pê kir. "
 
'Em ê bi hev re bi ser bikevin'
 
Amedspor girîngiyê dide bingehê. Piştî yên bijartî werzîşvanên jêhatî tevlî me dibin. Ji ber serkeftina me malbat zarokên xwe yên keç dişînin cem me. Nêzîkatiyeke cihêkar li hemberî taximê me heye. Taximên li rojava ji ber herêma em lê dijîn naxwazin em bi ser bikevin. Dixwazin kulub bê girtin. Em vana heq nakin. Wexta taximên din tên vir heta ji destên me tê em mêvanperwer in. Lê belê ew heta xwediyê vê hişmendiyê bin em çi bikin jî vala ye. Em piştgiriyê ji gelê Amedê dipên. Çimkî em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
'Ji pêvajoyeke dijwar em hatin heta vir'
 
Şevîn Yaruk a di Amedsporê de 3 sal in dilîze wiha got:"Ev meheke me dest bi antremanan kiriye û em bênavber didomînin. Ji pêvajoyeke dijwar em hatin heta vir. Pirsgirêka cih hebû, taximê jinan ya li otelê ya jî li cihekî din ê hatibû eyarkirin dima. Niha em li tesîsa ji bo me hatiye eyarkirin dimînin. Li vir em xwarina xwe dixwin, antremana xwe dikin û qada me ya hobiya taybet heye. Berî vêya pirsgirêkên me hîn zêde bûn. Çimkî ev tiştên me jimart yek jî tune bûn."
 
'Em guhê xwe digirin û lîstika xwe didomînin'
 
Şevînê da zanîn di deplesmanan de ew zexteke zêde hîs dikin û wiha got:"Nêrîna taximê li dijî me cuda ye, loma gotinan ji me dikin û ev bandoreke neyînî li me dike. Em guhê xwe digirin û lîstika xwe didomînin. Ji bo ev yek biguhere em li berxwe didin lê belê zext zêde ne. Xelkê Tirkiyeyê ji me hez nake me naxwaze lê belê gelê Kurdistanê ji me hez dike. Em vêya hîs dikin. Di her maçê de, antremanê de tên piştgiriyê didin me."
 
'Heta gel piştgiriyê bide me em hene'
 
Herî dawî Şevînê da zanîn ew dixwazin gelê Amedê di vê pêvajoyê de li gel wan be û wiha got:"Bila gelê Amedê piştgiriya xwe ya ji bo me bidomîne. Heta gel piştgiriyê bide me em hene. Ew piştgiriyê bide me wê hîn bi hêz bibe û em ê pêş ve herin."