Tenîsvan Maria Sakkarî cara duyemîn bi ser ket

  • 14:27 24 Îlon 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvana tenîsê Maria Sakkarî di kariyera xwe ya lîstikê de cara duyemîn bi ser ket û şampiyoniya Tenîsê ya Meksîkayê ya Guadalajara qezenc kir.
 
Tenîsvana Yewnanistanê Maria Sakkarî di Şampiyoniya Tenîsê ya Meksîkayê ya Guadalajarayê de li hemberî lîstikvana Emerîkî Carolîne Dolehide bû şampiyon.
 
Werzîşvan, rêzeya Sindirella ya Caroline Dolehide ya Emerîkî ya bi fînala 7-5, 6-3 bi dawî kir û yekemîn şampiyoniya WTA 1000 ya kariyera xwe û serkeftina xwe ya duyemîn di asta tûr de bi dest xist. Maria Sakkarî diyar kir ku ji dema di sala 2019’an de li Rabata Mexribê kûpaya xwe ya yekem gitiye ve, ew gelek li bendê bû, got: “Ji bo min pir zehmet bû ku ez vê yekê derbas bikim lê ez pir kêfxweş im ku vê hefteyê min li vir bi dest xist.”
 
Maria Sakkarî di rêzbenda cîhanî ya ku sibê bê weşandin de wê ji rêza nehan derkeve ya şeşemîn.