Çavkaniya krîza tenduristiyê hikûmet e!

  • 09:02 10 Cotmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Hevseroka SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglû pirsgirêkên ku di warê tenduristiyê de tên jiyîn anî ziman û diyar kir ku ji kêmbûna bijîşkan bigire heta girtina randevûyê, ji muayeneyê heta peydakirina dermanan pirsgirêkên cidî hene û got: "Ji ber feraseta hikûmetê xebatkarên tenduristiyê bi şîdetê re rûbirû dimînin."
 
Ji ber polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmetê, qada tenduristiyê pirsgirêkên dijwar dijî. Hem kedkarên tenduristiyê û hem jî welatî ji ber wan polîtîkayên hikûmetê mexdûr dibin. Ji ber nêzikatî û gotinên îktîdarê kedkarên tenduristiyê her roj bi şîdetê re rûbirû dimînin û dev ji kar berdidin. Ji ber vê yekê jî welatî mexdûr dibin, nikarin tedawî bin û randevû bigirin. 
 
Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu, têkildarê mijarê de axivî û anî ziman ku di qada tendûristiyê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn.
 
‘Di qada tendûristiyê de pirsgirêkên cidî hene’
 
Fîgen, pirsgirêkên ku di qada tendûrstiyê de tên jiyîn wek qeyrana aborî ya kurevî bi nav kir û got di qada tendûristiyê de jî pirsgirêka qeyranê ji kûr ve dijîn. Fîgen, destnîşan kir ku ji ber qeyranê di aliyê xwe gihandina amûrên tendûristiyê de jî pirsgirêk tên jiyîn û wiha got: “Di heman demê de welatî di aliyê randevû girtinê de jî gelek pirsgirêkan dijîn û nikarin mûane bibin û ev yek jî pirsgirêkên mezin in. Di qada ortopediyê de xwe gihandina amûran de pirsgirêkan dijîn. Xwegihandina dermanan jî pirsgirêk e. Wekî ku hûn jî zanin di demên derbasbûyî de me pêvajoya pandemiyê jiya û niha li pêşiya me zivistan e. Di heman demê de bi vê yekê re em dibînin ku hin şewbên cûda jî derdikevin pêşiya me. Ev yek me dida fikirandin û li ser vê yekê daxuyaniya Wezîrê Tendûristiyê jî bû. Em dikarin bibêjin ku ev vîrûs şekil guherandibin û îhtîmala vê yekê gelek bilinde. Em her tim dibêjin divê gihandina tendûristiyê bêpere be. Ji ber ku ev mafekî bingehîne. Berê jî qeyrana aboriyê hebû, lê îro ev zêdetir bûye û xwe gihandina tendûristiyê niha zehmet tir bûye. Ji ber vê yekê em dibêjin divê gihandina tendûristiyê bêpere be. Ji ber ku ji peywireke bingehîn ku bidin welatiyên xwe yek jî ev e. Lê di vê xalê de gelek pirsgirêkên me yên cidî hene.”
 
Kedkar in ne kole ne 
 
Fîgen, diyar kir ku di bin navê veguherîna tendûristiyê de gelek tişt hat guhertin û wiha axivî: “Nexweşxaneyên Bajêr ji cihên dûr hatine çêkirin. Avahiyên mezin hatin çêkirin. Dibe ku ji aliyê dîtbarî ve baş be, lê xwegihandina welatiyan jî ne ewqas hêsan e. Nexweşxaneyên Bajêr ne nexweşxaneyên ku tu randewî bigirî, check-up çêkin nîne. Ji ber ku hejmara bijîşkan kêm in, li vir tasfiyeke mezin hat jiyîn. Wekî tê zanîn li Zanîngeha Sedsalî ya Wanê (YYU) hevalekek me yê tendûristiyê bi tundiyê re rû bi rû ma. Lê belê di saziya ku em lê xizmetê dikin de, têgihîştinek wisa hatiye afirandin ku ji kesê ku emeliyetê dike heta hevalên bijîşk wek kole tên dîtin. Helbet em ê xizmeta gelê xwe bikin lê em ne kole ne. Ji ber polîtîkayên tendûristiyê welatî û xebatkarên tendûristiyê hatin li hemberî hev. Divê di qanûnê de xalên ku kedkarên tendûristiyê diparêze bên çêkirin. Hûn rastî tundiyê tên, heta tên kuştin jî, lê di vê astê de tu pîvaneke qanûnî ya pêşîgirtinê tuneye û nayê pêkanîn. Berê nedikarin bi hêsanî bijîşkan bixin, lê îro bi hêsanî bijişkan dixin. Em dikarin bêjin qada tendûristiyê gihiştiye asteke gelek dilşewat. Her wiha li nexweşxaneyan ku xwarin tên çêkirin nayên xwarin. Em bertekên xwe tînin ziman. Çawa xizmetê dixwazin divê wisa jî girîngiyê bidin kedkarên tenduristiyê. Ev mafê me yê herî bingehîn e.”  
 
'Tenduristî wek amûreke siyasî tê bikaranîn' 
 
Fîgen, destnîşan kir ku li bajêr gelek nexweşxane hatin çêkirin lê belê di van nexweşxaneyan de gelek beş vala ne û kêmasiya bijîkan heye. Fîgen di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pirsgirêka randevûyê: "Ji ber vê yekê welatî nikarin randevûyê bigirin. Ev kêmasiyeke mezin e û welatî pirsgirêkan dijîn û nikarin tedawî bibin. Ez dixwazim vê yekê wekî astengiyek di warê tendûristiyê de ya Nexweşxaneyên Bajêr diyar bikim. Dema nexweşxaneyên pîlot hatin çêkirin jî me hin hişyariyan kiribû. Di heman demê de ji hêla hikûmetên serdemê ve wekî argûmaneke siyasî hat bikaranîn. Dema ku boyax bikin xweş xuyadike lê dema boyaxê jê bibin rastî derdikeve. Di qada tendûristiyê de em vê dijîn." 
 
‘Divê qadeke bi ewle bê avakirin’
 
Fîgen, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bijîşk di aliyê ewlehiyê de pirsgirêkan dijîn. Welatiyên ku tên nexweşxaneyê bi fikrê ‘divê min binêrî û neçarî nexweşiya min çareser bikî’ tên. Ev yek ji ber feraseta desthilatdariyê pêk tê. Elbet em ji bo xizmetê bikin li vê derê ne û ev xizmet gelek pîroz e. Di heman demê de em vê xizmetê hez dikin jî. Divê ji bo kedkarên tenduristiyê qadeke bi ewle bê avakirin.”