Roja îmzeyê ya pirtûka zarokan: Werin bibin hevparê kelecana zarokan

  • 09:04 19 Cotmeh 2019
  • Zarok
AMED - Zarok, bi xwe xêz kirin û bi xwe çîrok nivîsandin û berhemên xwe kirin pirtûk. Dê sibêhê jî li Mala Hûnerê ya Laleşê roja îmzeyê li dar bixin. Rêvebira Projeyê Dîlan Ok, banga tevlîbûnê kir û got: "Werin bibin hevparê kelecana zarokan."
 
Weqfa Koç û Alîkariya Mirovatiyê projeyek derheqê mafê zarokan de amadekirin. Zarokên di Weqfê de cihdigirin bi xwe wêne xêz kirin û li ser wêneyan çîrokan saz kirin. Xebata 20 zarokan weke pirtûk hate amadekirin û wê sibe di saet 13.00’an de li mala Hûnerê Laleşê de ji aliyê zarokan ve were îmza kirin. Civaknas û rêvebira projeye Dîlan Ok li ser projeyê li gel me axivî. 
 
Dîlan, diyar kir ku zarokan xebatek jêhatî dan meşandin û proje ne tenê ji 20 zarokan re wê ji hezaran re bibe hêvî. Dîlan, qala Weqfê û xebatên di derbarê zarokan de kir û wiha axivî: "Em di aliyê xwendin û çalakiyên ji derveyî dibistanê de alîkarî didin zarokên derfetên wan tûneye. Bi 200 zarokan re em xebatên civakî û kesî didin meşandin. Ev weke şano, sînema, ekolojî, aştî, mafê zarokan, di aliyê civaka zayendî de xebatên atolyeyê, perwerde û çalakiyan pêk tînin.”
 
‘Mafê zarokan esas hat girtin’
 
Dîlan, destnîşan kir ku cara yekeme ku pirtûkek bi deste zarokan hatî nexişandin dê were çapkirin. Dîlan kelecana xwe ya ji bo vê yekê parvekir û wiha qala projeyê kir: “Bi erê kirina projeyê re me atolyeyên çîrok nivîsandin û wêne çêkirinê da destpêkirin. Me xebatên wêne û çîrokan bi zimanê kurdî û tirkî anî ber hev û çap kir. Lê bi tu awayî me dest neda xebata zarokan. Xebatên me 4 mehan de bi dawî bû. Di projeyê de peymana dewletên Navneteweyî (BM) yê a mafê zarokan esas hat girtin. Zarokan di naverokê de mijarên weke mafê hemû zarokan yê xwendinê heye, her zarok divê bileyîze, divê were heskirin û mafê tendirûstiyê ya wan heye girtin dest.”
 
‘Em we vedixwînin mala Hûnerê ya Laleş e’
 
Dîlan kir qala kelecana zarok û malbatan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema me ji zarokan re kir qala projeye pir bi kelecan bûn. Baweriya wan zêdebû û bêhtir bi hêz bûn. Malbat jî bi heman awayî bi kelecan. Em dibêjin di roja 20'ê Cotmehê ango roja bazarê bên tevlî roja me ya îmzeyê bibin. Werin bibin hevparê kelecana zarokan.”