Derûnas Melek Kaval: Şer derûniya zarokan ji kûrahî bi bandor dike

  • 09:09 27 Cotmeh 2019
  • Zarok
WAN - Di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 22 zarokî jiyana xwe ji dest dan û her wiha bandorek mezin li ser derûniya zarokan dike. Derûnas Melek Kaval, diyar kir ku zarokên di hawirê şer de dijîn, bi wan re hêrs, şîdet û hestên sûc li dijî civakê pêk tê. Ji bo pêşerojeke bi şîdet tune be, divê nêzîkatiyên ku piştgiriyê didin aştiyê bên nîşandan.” 
 
Li gorî rapora ‘Zarok û Pevçûna Çekdarî’ ya ku pêşkêşî Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (BMGK) hat kirin, di sala 2018’an de ji 12 hezarî zêdetir zarok di pevçûnan de hatine kuştin an jî birîndarkirin. Li gorî Raporê, li herêmên pevçûnê, hejmara binpêkirinên giran ên li dijî zarokan hatine kirin, li 20 welatan gihiştiye 24 hezarî. Di nav binpêkirinên giran yên mijara gotinê de ne, ligel mirin û binpêkirinan, şîdeta zayendî û revandina zarokan jî cih digirin.
 
Derûnas Melek Kaval, da zanîn ku pêşketina fîzîkî û derûnî ya zarokan ji ber şer rastî zirarek mezin tê.
 
‘Piştî şer jî bandora wan didome’
 
Melekê destnîşan kir ku pêvajoya stres û travmaya zarokan di pêvajoya şer de dest pê dike û hawira ku tê de ne jî wateyê lê bar nakin û wiha got: “Piştî travmaya tê jiyîn, bûyerên dîtine li ber çavên xwe zindî dikin. Di dengekî kornaya wesayîtan de, derbasbûna balafiran û fîşekek hewayî de pêvajoya travmayê dest pê dike.”
 
‘Di şer de gelek zarok seqet dimînin’
 
Melekê bi lêv kir ku ligel seqetiya zarokan, li gorî komên temen travmayên cuda tên jiyîn, di temenê ergeniyê de bandora travmayê girantir e û wiha berdewam kir: “Di heman demê de bi pêkanînên windakirina kesên ji malbatê, revandin û îstîsmarê re tên rû hev. Dîsa di warê xwdîbûnê de, mafên perwerdehiyê de bêpariyê dijîn. Ev hemû bi zarokan re zirarên mezin ava dike.”
 
Melekê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber van bandoran zarok bi şîdet derdikevin civakê. Ji bo ku pêşerojeke bi şîdet ava nebe divê nêzîkatiyên ku piştgiriyê didin aştiyê bên nîşandan. Dema zarok wisa mezin bibin wê civakek bi rîsk li bendê me bin. Em zarokan di hawirek aştiyane de mezin bikin. Em dikarin di pêşerojê de malbatên aştîxwaz jî ava bikin. Li herêmên şer divê bi hevkariya derûnas û xebatkarên xizmeta civakî re pêvajoyên dermankirinê bên destpêkirin. Divê der barê pêvajoyê de agahdarkirin bên kirin. Di şer de çûyîna civaknas û derûnasan a herêma şer ne bi derfetên wan e. Ji ber vê jî gelek girîng e ku gelê sivîl ji hawira şer bê dûrxistin. Di vir de peywirên girîng dikevin ser milê dewletan. Mixabin gelê sivîl di navîna şer de dimînin. Her wiha di dema koçberiyê de jî bi gelek xetereyan re tên rû hev.”