Li Mexmurê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi Daxuyaniyekê hat pîrozkirin

  • 12:48 20 Mijdar 2019
  • Zarok
MEXMÛR - Li wargeha penaberan a Mexmurê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ji aliyê Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê ve daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn.
 
Li wargeha penaberan a Mexmurê bi boneya Roja Mafên  Zarokan a Cîhanê ji aliyê Komîteya Pewrwerdê ve ya Mexmûrê ji çapemeniyê re daxuyanî hat dayîn, daxuyanî bi beşdarbûna xwendevanên dibistana seretayi, navîn û amadeyî li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevayî şehîdan hat destpêkirin. Daxuyani ji aliyê xwendevana dibistana amadeyi Meryem Bulut ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku zarok weke heyînek bê guneh û pîroz in pêwîste zaroktiya xwe bijîn.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Zarok, hem bingehê civakê hem jî diyarkerê pêşeroja civakê ne. Ji ber wê parastin pêşxistin û xwedîderketina li zarokan erka her mirovî ye.  Bi taybet di nav hemû civakên mirovahiyê de zarok, weke heyînek bê guneh û pîrozin.
 
Rêxistina Netewên Yekbûyî di sala 1954’an de 20 Mijdarê  weke roja zarokan a Cîhanê pejirand. Bêguman ji bo mafê zarokan yê pêşxistin û mezinkirinê, zagonek gerdûnî pêwist e. Parastina zarok ya mergî û giyanî ji nexweşiyên cûr be cûr, erkek bingehîn ya civak, dayîk, bav, derdor û hemû netewan e. Ji bo bextewarbûna mirovahiyê û xweşikbûna Cîhanê, divê zarok baş werin xwedîkirin û parastin. Jiyanek di nav aştiyê de û parvekirina bedewiyan bi perwerdeyê çêdibe. Ger tu zarokan baş perwerde bikî, tu dikarî pêşerojeke xweş amade bikî. Ji ber vê Netewên Yekbûyî di sala 1959’an de ji bo serdemek nû ya zarokan ku zarok jiyanek nû û bextewar bijîn belavoka Mafên Zarokan belav kir.”  
 
Zarok ji hemû cûrên mafên xwe hatine bêpar kirin
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ser mafê zarokan û wiha hate berdewamkirin: “Zarok ji hemû cûreyên mafên xwe bêpar hatine hiştin. Li şûna bilîzin, bixwînin û bextewar bibin; dibin amêrên şer û gelek mirovên temen mezin wan weke amêrekê ji xwe re bi kar tînin. Mirov û welatên Cîhanê zarokan ji bo berjewendî û deshilatdariya xwe didin xebitandin, ji bo kuştina zarokan bi hezaran cûreyên çekan  çêdikin, qet nirxên zarokatiyê nizanin û ji ber vê jî bawayeke şaş û hişk nêzikî zarokan dibin. Wek dibêjin; ‘Darê lêdanê ji buheştê derketiye’ û bi vê zanebûnê li zarokan didan. Lê belê mafê tu kesî nîne, li zarokan bide. Gelo kes dikare bêje ku zarok ne pêşeroja civakê ne? Bêguman na. Lê ew kesên li zarokan didin û dikujin, bi zanebûn yan ne bi zanebûn, li pêşeroja xwe didin û dikujin. Yên ku zarokan qels û tirsonek mezin dikin, ew pêşeroja xwe jî qels û tirsonek dikin. Bi taybet di Rojhilata Navîn de mafê tu zarokan nîne.  Zarok, tên kuştin, tên lêdan, tên firotin û tên xebitandin, zewicandin û hemû cûrên tundûtujiyê li zarokan tên kirin. Bêguman îro li Rojavayê Kurdistanê zarokên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê bi çekên Rayedarên Cîhanê re bi awayek hovane li ber çavê Netewên Yekbûyî tên kuştin, bi hezaran zarok li van navendan der be der bûn. Test ji mafên wan ê jiyanê berde, mafên wan ê xwarinekê peyda bikin jî tune ye.” 
 
'Li Mexmûrê mafê  jiyanê yê pênç hezar zarok hatiye binpêkirin'
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em weke Zarokên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY)  bi taybet UNICEF dikin û ji wan dipirsin, gelo mafê zarokên kurdan bi taybet yên zarokên Serêkaniyê, Girê spî û Til Temir, kuştin e? Herwiha heta niha bi mehane mafê jiyanê yê pênç hezar zarokên Mexmûr jî hatiye binpêkirin û hatîne girtin. Gelo UNICEF vê nebîne? Ev ne durûti ye. Em Weke zarokên Mexmûrê, Roja Zarokên a Cîhanê li hemû zarokan pîroz dikin û hêvîdarîn ku mafê zarokan ê perwerdeyek rast, bi destûrên dilnizmî, rêzdarî, azad, hezkirin û hevaltiyê were misogerkirin. Ji bo ku hemberî her cureyên zoardestiyê zarok bên parastinbeşên û bi nêrînek azad bên xwedîkirin, li gel van hest, xiyal û ramanek azad bidin rûnişkandin. Divê li pêşiya hestên zarokan nebin asteng ku zarok bikaribin xwe bi awayekî azad bînin ziman.”
 
Daxuyaniya çapameniyê ya Komîteya Perwerdê ya Mêexmûrê bi dirûşmên, "Bijî mafên zarokan", "Bijî zarokên Serêkaniyê, Girê Spî" û ‘Bijî Serok Apo" bi dawî bû.