Cevahîr Sadak: Divê zarok jiyaneke bi zimanê dayika xwe bijî

  • 09:12 10 Kanûn 2019
  • Zarok
Medya Uren
 
AMED - Komeleya Berê Her Tîştî Zarok li Amedê ji bo parastina ziman û çandê xebatên cuda birêve dibe. Seroka komeleyê Cevahîr Sadak Duzgun, diyar kir ku zarok jiyaneke qedexe dijîn û got: "Pêwîste her kes bi zimanê zikmakî biaxive û zarok nasnameya xwe ya aîdê xwe hilbijere. Ji bo vê jî rêxistinbûyîneke xûrt pêwîst e.”
 
Zarokên ku bi ziman û çanda xwe mezin nabin, di nava civakê de dûrketinekê dijîn û her wiha kesayetiya zarokan jî bi pêş nakeve.  Ji ber ku Kurd li welatên ku lê dijîn ji statuyeke fermî û piştgiriya saziyê bê par in, zimanê Kurdî bi talûkeya ku ber bi windabûnê ve diçe re rûbirû ye. Li dijî windabûna ziman, ji bo kesayeta zarokan û her wiha ji bo parastina ziman li Amedê di sala 2017'an de Komeleya Berî Her Tiştî Zarok hat avakirin. Komele dixwaze bi xebatên xwe di nava civakê de roleke girîng bilîze, pêşiya van kêmasiyan bigire û hewl bide ku zarok bi çand û nasnameya xwe re lihevhatî be. Her wiha komeleya zarokan, bi awayekî girîng li ser mijarên çand, huner, mafên zarokan, ekolojî, wekheviya zayendî, zanist û teknolojî, ziman û sporê radiweste. 
 
Her wiha di 1’ê Îlonê de civînek li ser ziman hatibû li dar xistin û li wê derê hewcedariya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin. Di vê çarçoveyê de di 23'ê Mijdarê de bi beşdarî û piştgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nerînên cuda li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin. Di komxebatê de li ser girîngiya ziman û parastina ziman hat rawestandin. Seroka Komeleya Berî Her Tîştî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun jî tevlî komxebatê bibû. Cevahîr ji ajansa me re qala xebatên komeleya zarokan û her wiha qala girîngiya xebatên ku li ser ziman tê meşandin kir. 
 
‘Zarok nasnameyên biyanî hildigirin’
 
Cevahîr, di destpêka axaftina xwe de qala zarok û çandê kir û wiha got: “Tişta ku di serî de zarok fêr dibin zimanê dayikê û çanda wê ye. Ev heta demekî li gel me derbaz dar e. Piştî ku zarok dest bi dibistanê dikin, çûnûhatina ji derve dest pê dike êdî li dervê tiştek cuda re rûbirû dimînin. Ji ber zimanê xwe rastî şîdetê tên. Ev ji dibe sedemê travmayên mezin ên ku heta hetayî mayînde bimîne. Zarok hêdî hêdî ji xwezaya xwe, rastiya xwe dûr dikevin. Divê em jî li vir bikevin ferqê ku polîtîkayeke çawa li hemberî me tê meşandin. Bi vî rengî zarok pêvajoyekî ne rast dijîn. Heta digihe wê rewşê ku zarok nasnamek ne ayîdê xwe hildigire. Ev bişaftineke mezin û xeternake.”
 
‘Divê malbat bibin pêşeng’
 
Cevahîr di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku ew weke Komeleya Berê Her Tiştî Zarok armanca wan ya yekem ew e li dijî van travmayan bibin asteng û wiha dom kir: “Me xwest xebatekî ji bo pêşxistina ziman û çandê bidin dest pê kirin. Ji bo bingehekî xûrt bidin avakirin û zarokan jî teşfîqê ziman û çandê bikin me çalakiyên cûr bi cûr da destpêkirin. Ev jî encameke baş dê derxe holê. Ya rast derfetên me pir tengin ku tene malbat dikarin van astengiyan ji holê rakin. Divê em rastiya xwe di malbatê de bidin fêrkirin û fêr bibin. Divê kes, malbatên biçûk bibin pêşengê vê.”
 
‘Divê zarok mafê xwe bizanin’
 
Cevahîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya fêrbûna zimanê kurdî ya zarokan û wiha got: “Em dixwazin bi çîrokan re xwişk û biratiya gelan bi zarokan bidin fêr kirin ku di çîrokan de xweza û mirov jiyanek hevpar diborînin. Êdî zarok bi têgehên azadî û wekheviyê re reng didin. Armanc ew e ku her zarok wisa mezin bibin ku jiyanekî bitendûrist bijîn. Li gel ziman em armanc dikin ku zarok zanyariyan jî fêr bibe û xwedî li mafên xwe derkevin. Ji bo di her kêliyê jiyanê de zarok bi xwe derbarê jiyana xwe de biryaran bigirin jî me projeyek 3 mehî ya bi navê mikrofonê da destpêkirin. Bi wê re me Mîhrîcana Zarokên Sûrê jî xistibû meriyetê. Em dixwazin wê çalakiyê bidin berdewam kirin.  Zarok bi awayekî şahiyane çanda xwe zimanê xwe fêr dibin û xwedî li mafên xwe derdikevin. Em hêvîdarin ku her kes bibe piştgirê xebatên me.”
 
‘Jiyanek bi zimanê dayikê’
 
Cevahîr, diyar kir ku di 23’ê Mijdarê de bi pişgiriya 45 nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û nûnerên cûda re li Amedê komxebata avakirina Tora Ziman û Çand hat lidarxistin û wiha got: "Di civînê de biryara berfirehkrina Tora Ziman, Çand û komxebateka berfirehtirkirinê hat girtin. Em dizanin ku êrişeke mezin û bi girseyî li ser zimanê kurdî pêk tê. Ev êriş bi berteka kesek an komeleyekî pêknayê, divê hemû komele beşdarî xebatên mezinkirin û pêşve birina ziman bibin. Lê bi vî awayî em ê bertekek mezin li hemberê êrîşan deynin. Armanca me ew e ku em bi awayekî berfirehtir tora xwe pêkbînin. Ji bo zarokên me jiyana xwe kesayeta xwe ya resen bijîn divê em dest bidin xebatan. Em li ser pisporiya ziman naşêwirin. Daxwaza me ew e her kes bi zimanê xwe jiyana xwe bidomîne. Ev ji wê bi rêxistinek xûrt pêk were.”