'Xeyalên zarokan jî bûn hedefa êrîşkaran'

  • 09:08 13 Kanûn 2019
  • Zarok
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê ji ber êrîşan li Til Rifetê bi malbetên xwe re bi cih bibûn carek din bi êrîşan re rûbirû man û gotin: "Em naxwazin bimirin em dixwazin jiyanek xweş û aram bijîn. Mafên me yê li kolanan lîstikê ji holê hat rakirin."
 
Dewleta tirk bi hemû cure êrîşên qirker, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, herî dawî di 2'yê kanûnê de êrîşî Til Rifetê kir û zarok kirin hedef. Piştî dagirkirina Efrînê, şêniyên Efrînê koçber bûn, hinek ji wan malbatan berê xwe dan Til Rifetê. Piştî koçberkirina şêniyên Efrînê, zarok cihên ku bilizîn tenê kolan ma bû, lê mixabin ew kolan jî ji zarokan hat dizîn. Di derbarê vê mijarê de zarokên Efrînê li ser êrîşên dewleta tirk nêrînên xwe parve kirin.   
  
'Em dixwazin jiyanek xweş bijîn'
 
Hisên Hemo yê 12 salî diyar kir ku ew naxwazin bimrin, dixwazin jiyanek xweş bijîn û wiha pêde çû: "Li Efrînê cihê lîstokên zarokan hebû, em hemû heval hev komdibûn û me bi hev re dilîst. Li Şehbayê cihê lîstokan nîne, tenê kolan hene. Dewleta tirk kolanên me jî ji me stand. Çima mafê me tê xwerin? Hemû cîhan çavê xwe girtine, lê Erdogan jî hevalên me qetîl dike, ma sûca wan zarokan çibû? Tenê li kolanan ji xwe re dilîstin. Em ji ber êrîşên dewleta tirk bi tirs li kolanan dimeşin. Em naxwazin bimrin em dixwazin jiyanek xweş bijîn." 
 
'Mafê me yê li kolanan lîstînê nema ye' 
 
Xelîl Liyes jî helwestê xwe hember êrîşên dewleta tirk wiha anî ziman: "Dewleta tirk li Efrînê jî nehîşt em bilîzin, niha nahêle em li Til Rifetê jî bilîzin. Ji mafê me ye em li kolanan bilîzin û bi zaroktiya xwe şad bibin."
 
'Erdogan xeyalên me hedef girtin'
 
Efef Liyes a ku li bajarê Til Rifetê bi cih bûye di derbarê xeyalên zarokan de axivî û got: "Zarok her xeyalên wan bi lîstokan û bi hevalên xwe re bilîzin, lê Erdogan ev xeyal bi hedef girtina zarokan qetil dike. Erdogan ev kolan jî me mehrûm kir."