Selwa Ahmed: Armanca me ew e ku em mafê zarokên bêkes biparêzin

  • 09:01 17 Gulan 2020
  • Zarok
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Rêvebera Komeleya Xwedîkirina li Zarokên Bêkes Selwa Ehmed, bal kişand ser armanca komeleyê û wiha got: “ Zarok pêşeroja civakê ne. Xedîderketina li zarokan xwedîderketina li civaka xwe ye Armanca me ya vekirina Komeleyê ku em bikaribin parastina mafên zarokan bikin û ev zarok di civakê de xwe kêm nebînin û tenê hîs nekin.”
 
 Her devera ku şer lê diqewime gelek bûyerên bi êş li dû xwe dihêle û qurbaniya jî bi xwe re tîne, beşek ji wan qurbaniyan jî zaroki in. Ji ber ku herî zêde zarok ji şer bi bandor dibin. Li herêmê gelek zarokên ku di encama şerde bê xwedî û bê kes mane hene.  Hin zarok hene ku bi tundiyê re rûbirû dimîn û di ser wan re bazar tê kirin. Der barê  mijarê de Rêvebera Komeleya xwedîkirina li Zarokên bêkes Selwa Ehmed nirxandin kir û armanca komeleyê ji ajansa me re vegot.
 
‘Hewcedariya taxê bi vekirina vê komelê hebû’ 
 
Selwayê di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser girîngiya vekirina  komeleyeke ji bo zarokên bêkes û wiha got: “Zarok yên herî zêde di nava civakê de dibin qurbanê şeran e.  Em dizanin  ku taxa Şêx Meqsûd Şer û berxwedaneke gelek mezin lê hat kirin.  ji ber wê neyîniyên şer jî derketin pêş. Helbet  ev yek herî zêde bandora xwe li ser zarokan dike.  Gelek  zarok hene malbatên wan di dema şer de di bin hilweşîna avahiyan de man û jiyana xwe ji dest dane. Zarokên van malbatan bêkes man. Ji ber wê bi insîyatîfa mirovên  xêrxwaz,  bi desteka Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Giştî a Taxa Şêx Meqsûd û ya Eşrefiyê cara yekê komeleyeke bi navê Komeleya Xwedîderketina li Zarokên Bêkes hat vekirin.  Li navanda Taxa Şêx Meqsûd , komeleya ku hatiye vekirin, wê  hemû zarokên bêkes pêşwazî bike.”
 
‘Armanca me parastina mafên zarokên bê kes e’ 
 
Selwayê di berdewamiya axaftina xwe de behsa armanca wan  ji komeleyeke bi vî rengî jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ya sereke ji vekirina komeleyê  ew e ku em wan zarokan komî ser hev bikin û parastina mafên wan bikin ku ev zarok di pêşerojê de bibin xwedî rolek mezin di civakê de.  Bi vê hewldanê em dixwazin rê li pêşiya kesên ku mafên zarokan binpê dikin bigirin û wan li ser nirx û exlaqên civakê mezin bikin.  Di her kêliyê de em ê li kêleka  wan bisekinin û tu car em em nahêlin ku xwe bêxwedî û bêkes hîs bikin.” 
 
‘Li komeleyê zarok tên perwerdekirin’
   
Selwayê bal kişand ser bernameya zarokan û rêxistinkirina wan di komeleyê de û wiha pê de çû: “Heta  niha 4 zarokên bêkes di hundir komeleyê de hene.  Komeleya me ji xweşe û firehe.  Du odeyên razanê lê hene û yek  jî  ya cihê çalakiyên wan in ku tê de xwendina xwe bikin. Niha em  holekê ji bo lîstokan wan  didin amadekirin. Me ji wan re dispilînek daye avakirin her roj di seatên sibehê de dema radibin destpêkê spora xwe dikin û taştê dixwin, piştre waneyên wan dest pê dikin. Ji wan re wane bi  zimanê kurdî û erebî tên dayîn . Her wiha  seatên cuda ji bo temaşeyî televzyonê û bernameyên zarokan jî bikin hene. Di hundir komeleyê de zarok bi disîplîn tên perwerdekirin.”
 
‘Divê em xwedî li zarokên bê kes derbikevin’
 
Selwayê di dawiya axaftina xwe de bang li mirovên civakê, kesên xêrxwaz û rêxistina mafên zarokan kir ku destekê bidin wan da ku mafên zarokên bêkes were parsti û nwiha gotina xwe bi dawî kir: ”Zarok pêşeroja civakê ne xwedîderketina li zarokan tê wateya xwedîderketina li civakê. Em ê her di nava tevgerê de bin, hemû derfetên  ku di deste me de hene em ê bikin xizmeta parastina jiyana zarokên bêkes de. “