‘Di encama êrîşan de alavên min ên muzîkê hatin dizîn’

  • 09:01 28 Gulan 2020
  • Zarok
Ronîda Hacî – Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Zarokê bi navê Mihemed Salim anî ziman ku ew gelekî ji muzîkê hez dike lê ji ber êrîşên dewleta tirk gelek carî karê wî yê muzîkê hatiye astengkirin û wiha got: "Ez gelekî ji muzîkê hez dikim û dixwazim xeyalên xwe yên di qada pêşketina muzîkê de pêş bixim lê dewleta tirk a dagirker alavên min yên mûzikê hemû jî dizîn."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Ji bo bicihkirina koçberên Serêkaniyê Rêveberiya Xweser di 22’yê cotmehê de  dest bi avakirina kampa Waşûkanî kir. Kamereya ajansa Jin Newsê di nava kampa Waşûkanî de geriya û bal kişand ser  zarokê bi navê Salih Mihemed Salim ku ji hesinekî normal ji xwe re bilûrek çêkireye û di nava kampê digere û li bilûra xwe dide.Salih ji ajansa me re behsa alavên bilûrê û hezkirina xwe ji bo muzîkê kir.
 
‘Di encama êrîşan de alavên min ên muzîkê hatin dizîn’
 
Salih êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi çekên giran û qedexekirî êrîşî me kir, bi sedan jî zarok birîndar bûn, mînaka wê jî Mihemed bû, em neçarî koçberiyê bûn, ji ber ku bi rengekî hovane êrîşî me kir. Me nikarîbû alavên xwe yên lîstokê derxînin, di heman wextê de ez pir ji mûzîkê hez dikim, alavên min ên mûzîkê hebûn, lê min nikarîbû wan jî derxista. Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker alavên min û mala me talan kirin û dizîn. Di encama êrîşan de alavên min ên muzîkê hatin dizîn niha min jî ji xwe ere bilûrek afirand."
 
'Kes nikare xewin û xeyalên me yên zaroktiyê tune bike'
 
Salih di dewama axaftinê xwe de bal kişand ser alavê ku wî bi xwe afirandiye û wiha domand: "Em niha li kampa Waşûkanî dijîn, bê alavên mûzîkê sebra min nayê, min hesinek dît û 3 qul tê de çêkir, bû bilûr û dengekî xweş derxist, ez pir kêfxweş bûm dema min çêkir. Ez rojane di nava kampê de digerim û bilûra xwe lêdidim. Ez dixwazim ji tevahî cihanê re bêjim ku kes nikare hêvî û xeyalên me yên zaroktiyê binpê bike."
 
'Çanda me hebûna me ye, mafê me ye em zarokatiya xwe bijîn'
 
Salih bang li komîteya Çand û Huner a Kantona Hesekê kir ku navenda çand û huner li kampa Waşûkanî vekin û wiha got: "Çanda me hebûna me ye, em dixwazin li kampê navenda çand û hunerê were vekirin da ku em baş fêrî çanda xwe bibin."
 
'Pêwist e bêdengî were şikandin'
 
Salih  bang li sazî û rêxistinên mirovî kir ku rê li ber dagirkirin û binpêkirina xewin û xeyalên zarokan bigirin da ku ew jî zarokatiya xwe bijîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Mafê me yê xwezayî ye em zarokatiya xwe bijîn, lê dewleta tirk mafê me binpê dike û her kes jî bêdeng maye. Em jî zarok in xewin û zeyalên me jî hene pêwist e ev bêdengî were şikandin."