‘Li dijî karkeriya zarokan xebateke bi bandor tune ye’

  • 09:08 14 Îlon 2020
  • Zarok
Şehrîban Abî
 
WAN - Li Tirkiyeyê hejmara zarokên karker her ku diçe zêde dibe. Psîkolog Gulşen Kiliçarslan diyar kir ku bi xebata di temenê biçûk de êrîşa zayendî jî pêş dix û got: “Dewlet di vê mijarê de xebatekê nameşîne. Sedema êrîşa zayendî û karkeriya zarokan xizanî ye.”
 
Li gorî encamên ‘anketa hêza kar a zarokan’ ya sala 2019’an a Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê hejmara zarokên di navbera temenê 5-17’an de wek 16 mîlyon 457 hezar tê texmînkirin û hejmara ‘zarokên karker’ jî 720 hezar e. Li Tirkiyeyê ji ber şer, xizanî, koçberî û şîdetê zarok mexduriyeteke mezin dijîn û ji ber vê jî xizanî jî zêde dibe. Zarok ji ber xizaniyê neçar dimînin bixebitin. Psîkolog Gulşen Kiliçarslan daxuyakirin ku zarokên neçarî xebatê dimînin bi êrîşa zayendî re  jî rûbirû dimînin.
 
‘Dema karkeriya zarokan tê gotin, têgeha zarok ji holê radibe’
 
Psîkolog Gulşen Kiliçarslan destnîşan kir ku dema bahsa zarokên karer tê kirin, têgeha zarok jî holê radibe û got: “Hewcedariya zarokan a sereke xurekên sereke û ji ber temenê wan daxwazên zarokan e.”
 
‘Zarok bi her cure êrîşê re rûbirû dimînin’
 
Gulşenê bi lêv kir ku zarok li derve kaxizan kom dikin, destmalên kaxiz û avê difroşin, pêlavan boyax dikin, li sanayiyê dixebitin û wiha berdewam kir: “ Ji ber vê zarok bi gelek kesî re tên rû hev. Her tim di sîrkulasyonê de ne. Ji ber vê jî  ji her cureyê êrîşê re vekirî ne û bi êrîşê re rûbirû tên. Qadeke ku zarokan biparêze, hewcederiyên wan bîne cih tune ye. Ji ber îdare û xizaniyê bi zora malbatê tên xebitandin. Ji ber ku zarokek hema wisa xebat nayê hişê wan. Rastî heqeret û biçûxistinê tên. Bi êrîşa zayendî re rûbirû tên”
 
‘Zarokên bi şîdet û êrîşan re rûbirû dimînin, dibin kesên cuda’
 
Gulşenê her wiha balkişand ser keda zarokan û got bi keda zarokan pêkanîna aboriyê bi tena serê xwe pirsgirêkek mezin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ji bo zarokan berpirsyariyek mezin e û divê em li ser bisekinin. Divê zarok zarokatiya xwe bijîn. Malbat berpirsyariyek mezin didin ser milê zarokên 7-8 salî. Zarok vî karî bi daxwaza xwe nakin. Zarokên dixebitin di alî psîkolojîk de pirsgirêkên cuda dijîn. Hînê tiştên nebaş dibin. Zarokên bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin û şîdetê dibînin jî di pêşerojê de dibin kesên cuda.”
 
‘Divê pêşî li xizaniyê bê girtin’
 
Gulşenê di dawiya axaftina xwe de got divê dewlet der barê zarokên dixebitin de polîtîkayên wan biparêze pêş bixe û dema ev polîtîka tên pêşxisitn jî di her alî de zarok bên fikirîn. Gulşenê her wiha got divê pêşî li xizaniyê bê girtin û civak bê rêxistikirin.