7’ê Gulana 1748'an: Olympe de Gouges ji dayik bû

  • 09:04 7 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 7’ê gulana 1748'an de Marîe Gouze ya ku piştî mirina hevjînê xwe, ji xwe re dibêje Olympe de Gouges ji dayik bû. Olympe de Gouges  nivîskara lîstika şanoyê ye, femînîst û parêzvanek xurt a mafên jinan e. Olympe di dema Şoreşa Fransayê de pir çalak bû lê piştî Şoreşa Fransayê ku tu maf nedan jinan ew pir hêrs bû. Di wê demê de her tim hêrsa xwe li dijî siyasetmedarên mêr ên navdar anî ziman û ji ber vê yekê bi giyotînê hat qetilkirin. Di dema ku bi giyotînê dikira bihata qetilkirin jî derdikeve parastina mafên jinan a siyasetê dike û dibêje: “Eger jin bikaribin bi rêya giyotine bên qetilkirin divê rêya polîtîkayê jî ji wan re bê vekirin.”
 
Olîmpe danezana Mafên Mirovan a ku piştî Şoreşa Fransayê hatibû weşandin, rexne kir û careke din li gel xalên hatin nivîsandin şîroveya xwe nivîsî û rexne kir. Di têkoşîna wekheviyê de azadî ji bo wê wekî pirsgirêkek bingehîn bû. Olympe ne tenê wekheviya jin û mêran, ji bo mafên zarokan û li hemberî koledariyê jî têdikoşiya. Ji bo hêsankirina hevberdana jin û mêran, ji bo mafên zarokên ku ji derveyî zewacê ji dayik bûne û her wiha parastina mafê jiyanê li dijî cezayê darvekirinê gelek nivîs nivîsandibûn.
 
Di dîrokê de hin geşdanên îro qewimîne wiha ne:
 
2015: Li Mahabadê Ferînaz Xosrawanî (26) ya ku hat iddiakirin dema ku li otêlêkê dixebitî Endamên Yekineya Îstixbarata Îranê destdirêjî lê kiribûn, li dijî destdirêjiyê xwe ji qata çaremîn a otêlê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Ferînazê çalakî hatin destpêkirin û çalakvanan Otêla Tarayê şewitandin.
 
2016: Di cîhanê de her sal di meha gulanê de yekemîn roja şemiyê wek Roja Ajokarên Motosîkleta Jinan tê pîrozkirin. Ji vê pîrozkirinê armanc ew e ku hebûna ajokarên motosîkletên jin ên li ser rêyan bi bîr bînin û jinan teşwiq bikin ku motosîkletan bi kar bînin.
 
2018: Li Tûnîsê di hilbijartinên herêmî de Namzeta Tevgera Nahdayê Suad Îbrahîm bû şaredara paytexta Tûnîsê. Nahda ji dengan sedî 33,8 girt û di dîroka Tûnîsê de bû yekemîn şaredara paytextê.
 
2020: Komeleya Jinan a Rosayê, Marketa ŞOK’ê ku karkerên bê destûr didan xebitandin û dijbertiya jinê dikir li ser hesabên xwe yên dîjîtal civakî teşîr û boykot kir.
 
2020: Li bajarê Frankfurt li ser anga Piştevaniya Jinan a Ewropayê  gelek saziyên jinan hatin gel hev û tundiya li jinan tê kirin şermezar kirin.