9'ê Gulana 2010'an: Şîrîn Elemhûlî û 3 hevalên wê hatin îdamkirin

  • 09:01 9 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
9'ê Gulana 2010'an: Şîrîn Elemhûlî û 3 hevalên wê hatin îdamkirin
 
Rejîma Îranê, yek ji sembola herî mezin a têkoşîna azadiya jinên kurd, Şîrîn Elemhulî ji ber ku kurdbûna xwe înkar nekir, bi hevalên wê Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Hayderiyan re darve kir û qetil kir.
 
Şîrîn Elemhûlî bi nameya ku 6 roj beriya qetilkirina xwe nivîsî, kesên ku ew darizandin di zindanên dîrokê de heps kir:
 
‘Ez ji dayika xwe wek kurd hatim dinê. Ji ber ez kurd bûm, di jiyanek zehmet de bûm, ji her tiştî bêpar bûm. Zimanê min kurdî ye, min bi vî zimanî bi malbat, heval û nasên xwe re têkiliyên xwe pêş xistin û ez bi vî awayî mezin bûm. Ev rê bû pira têkiliyên min. Ji min re dibêjin ku ‘Kurdbûna xwe red bike’, ez jî dibêjim ‘ez tiştekî wisa bikim ez hebûna xwe înkar dikim.’
 
Şîrîn Elemhûlî duyemîn jina kurd a ji aliyê Îranê ve hatibû darvekirin.
 
Bûyerên din ên girîng ên di dîrokê de derketin pêş wiha ne:
 
1920: Yek ji pêşenga Şoreşa Kubayê Celîa Sanchez Manduley hat dinê. 
 
1922: Yekîtiya Astronomî ya Navneteweyî, pergala çînîkirina stêrkan a zanista fezayê Annîe Jump Cannon ya Emerîkayî bi fermî qebûl kir. Annîe hîmên çînîkirina stêrkan ku îro tê bikaranîn pêk anî û di 1941’ê de jiyana xwe ji dest da. 
 
1837: Komîsyona Dijberê Koletiya Jinên Emerîkayê li New Yorkê kom bûn. Ji 10 eyaletên cuda 20 komên jinan, bi temsîlî 175 jin hatin gel hev û kongre sê rojan berdewam kir. 
 
1955: Roja Dayikan yekem car li Tirkiyeyê hat pîrozkirin. Roja ku piştî demekê veguherî rojeke bazirganiyê, piştî 1980’ê şûnde veguherî rojeke lêpirsîn û hesappirsînê.
 
1960: Li DYA’yê lijneya kontrolê ya girêdayê wezareta tenduristiyê, hebên kontrola welîdînê erê kir, bû welatê yekem ê hebên kontrolê kir qanûnî.
 
1976: Yek ji damezerînera Franksiyona Artêşa Sor a Elmanyayê (RAF) rojnameger Ulrîke Meînhof li girtîgeha Stemmheîma  Stutgartê darvekirî hat dîtin. Ulrîke endama tevgera dijberê nukleerê bû û edîtora rojnameyeke çep radikal a bi navê Konkret bû.
 
2000: Li Fransayê der barê wekheviya pîşeyî ya di navbera jin û mêr de qanûn hat derxistin. Bi vê qanûnê di girtina kar de, armanc hat kirin ku newekheviyên di navbera jin û mêr de bên rakirin. 
 
2004: Endamên Platforma Dijberê Şîdeta li hember Jinê, li Beşîktaş a Stenbolê hatin gel hev û şîdet, tecawiz, destdirêjî û kuştinên cînayetê protesto kirin. Jinan daxwaz kirin ku Qanûna Cezaya Tirk (TCK) demildest bê guherîn û şaredarî demildest stargehan vebikin.
 
2006: Endezyara bilind a zîratê a sektora herî kevn a Kocaeliyê ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê Fatma Hîkmet Îşmen jiyana xwe ji dest da. Fatma di navbera 1966-1975’an de di parlamentoyê de bû û endama partiya ODP û meclîsa Partiyê bû.
 
2015: Bi pêşengiya KJA’yê di pêvajoya Muzakere û Çareseriya Demokratîk de Komxebata Azadiya Jinê pêk hat.
 
2017: Parlamenteriya parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan hat xistin. Piştî 4 sal 8 meh û 7 roj cezayê Nursel Aydogan hat teqezkirin şûnde nivîsa xistina parlamenteriya wê pêşkêşî TBMM’ê hatibû kirin. Nivîs li lijneyê hat xwendin û parlamenteriya wê hat bidawîkirin. Nurselê du caran ji Amedê parlamenter hatibû hilbijartin.