‘Têkoşîn, pênûs û xeyalên Nagîhanê li erdê neman’

  • 09:04 12 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş ku tevli vekirina ‘Navenda Hiş û Lêkolîna Arşîva Pirtûkxana Jinên Kurd’ ku projeya Nagîhan Akarsel bû, diyar kir ku pirtûkxane ji bo jinên cîhanê mînake û got têkoşîn, pênûs û xeyalên Nagîhanê li erdê nemane.
 
 Endama Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê û rojnameger-akademîsyena Kurd Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî yê Başurê Kurdistanê hat qetilkirin. ‘Navenda Hiş û Lêkolîna Arşîva Pirtûkxana Jinên Kurd’ ku projeya Nagîhanê bû, di 24-25’ê Hezîranê de bi tevlibûna gelek jinên cîhanê hat vekirin. Li pirtûkxaneyê di serî de Kurdî û Soranî,  nêzî 3 hezar pirtûkên Tirkî, Îngîlîz, Almanî, Fransî, Erebî û bi gelek zimanên din hatine bicihkirin.  Di pirtûkxanê de fistanê kurdî yê Nagîhanê jî cih digire. Piraniya pirtûkan ji bexşan pêk tê. Lijneya rêveberiya pirtûkxanê ji 11 kesî pêk tê. Xebatkarên navendê wê li gelek bajaran xebatên arşîvê bimeşînin û bînin navendê.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş ku tevli vekirina pirtûkxaneyê bû der barê projeya Nagîhanê de axivî.
 
* ‘Navenda Hiş û Lêkolîna Arşîva Pirtûkxana Jinên Kurd’ ku projeya Nagîhanê bû, di 24-25’ê Hezîranê de bi tevlibûna gelek jinên cîhanê hat vekirin. Hûn jî li wir bûn. Atmosfera wir çawa bû?
 
Dema hevala Nagîhan hat qetikirin em û hemû jinên cîhanê ji bo hesabê Jîna Emînî jî bê pirsîn li kolanan bûn. Me bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ tola Jîna Emînî digirt. Lê ji Silêmaniyê agahiyek reş hat. Hevala Nagîhan li ber derê xwe hat qetikirin. Hevala Nagîhan di avabûna jînolojî û avabûna dirûşma ‘jin jiyan azadî’ de xwedî rolek girîng bû. Di pêşketina jinê de di pêşketina jîneolojiyê de keseke pir girîn bû. Xebatên mezin dimeşand. Lê nehiştin Nagîhan xebatên pirtûkxanê temam bike. Xwestin pêşî li xebatên jîneolojî û jinê bigirin. Wan gotin Nagîhan hat qetilkirin wê pirtûkxane venebe. Gotin wê jin bitirsin. Lê îro em dibînin pirtûkxane hat vekirin û plana tirsa wan negihişt armanca xwe. Rêxistinên jinan yên cîhanê ku bi felsefa jin jiyan azadî hatin gel hev û tevgera jinên Kurd xeyala Nagîhanê mîrateya wê pêk anîn. Ev tiştekî pir pîroze. Atmosfereke ku bandor li dil û zîhnê mirovan dikir hebû. Atmosferek hestiyar hebû. Mirov digot qey Nagîhan li ber derê wê Pirtûkxanê ye û wê niha biaxive.  Jin di nav hestên wisa de bûn.
 
*Mijarên di vekirinê de derketin pêş çi bûn? Ya herî bandor li we kir çi bû?
 
 Mijara derket pêş, pêşxistina mîrateya Nagîhên bû. Heta ew pirtûkxane vekirî be heta jin li wê pirtûkxanê xwedî derkevin wê têkoşîna Nagîhanê hîn bêtir mezin be. Wê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li hemû kolanan deng bide. Ji gelek deverên cîhanê jin tevli vekirinê bibûn. Dirûşma ‘jin jiyan azadî’ wek felsefe tê dîtin. Vê bandorek mezin li ser min kir. Pirtûkxaneya li Silêmaniyê hat vekirin ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê hat vekirin. Yek ji armancên pirtûkxanê ev e ku xîtabê hemû jinên cîhanê dike. Paradîgma azadiya jinê ev e. Armanca pirtûkxanê eve ku jin ji nûve xwe bigihînin mîrateya xwe.
 
*Projeya Nagîhanê ku jiyana xwe da ser têkoşîna Kurd û jinan, îro ket jiyanê. Ev ji bo jinên Rojhilata Navîn û Kurdistan û bi giştî jî ji bo hemû jinên cîhanê divê wek peyameke çawa bê destgirtin?
 
 Têkoşîna jinê tu car bi zextan û zilmê naqede. Têkoşîna jinê wê her tim mezin bibe û pêş bikeve. Vekirina pirtûkxanê ev peyam dida. Dewletên navneteweyî her çiqas nexwazin pirtûkxane vebe jî tevî vê hat vekirin û wê bixebite. Ji ber vê carek din dibêjim; tu car nikarin têkoşîna jinê şûnde bixînin. Em tu car şûnde gavê navêjin û wê pêş bikevin. Çavê hemû jinên cîhanê li vê pirtûkxanê ye. Xebatên pirtûkxanê wê yên jinan jî mezin bikin.
 
*Bawer im pirtûkxaneyek wisa li cîhanê yekem e. Hun der barê girîngiya wê de çi dibêjin?
 
Jinan seranserê dîrokê de xwestin ku bo lêkolînkirina dîroka xwe pirtûkxane û navendên lêkolînê vebikin. Jinan car caran gihiştin armanca xwe lê hinek caran jî negihiştin.  Li Stenbolê xwestin ‘Enstîtuya Jinan a Kurd’ vebikin. Lê negihiştin armanca xwe. Lê di dîrokê de gelek mînak hene. Yekem car ji bo jinan û jinên Kurd ji aliyê jinên Kurd ve pirtûkxane hat vekirin. Pir caran xwestin pêşî li vÊ bigirin.  Berê Vîrgînîa Wolf jî xwest li Cambrîdge pirtûkxanê veke lê hat qedexekirin. Gelek mînakên vê hene.  Lê îro jinên Kurd ji bo lêkoşîna xwe û dîroka xwe navend vekirin. Ev peyamek pir mezin û girîng dide cîhanê.
 
*Derket holê ku kujerên Nagîhanê têkiliya wan bi îstîxbarata Tirk re heye.  Bi pêkhatina vê projeyê re em dikarin bêjin ku planên zîhniyeta serdest vala derketine?
 
Bêguman. Gotinek gelek di cih de ye. Qetilkirina hevala Nagîhan qetilkirinek navneteweyî ye. Girêdayê têkoşîna jinê ye. Dizanibûn ku agirê ku hevala Nagîhan pêxistiye ji bo jinan wê rêxistinûnê ava bike. Ji ber vê jî xwestin pêşî li vekirina pirtûkxanê birin. Lê jinan li dijî vê peyamek xurt dan.Xeyala hevala Nagîhan ji aliyê jinan ve pêk hat. Têkoşîn, pênûs û xeyala hevala Nagîhan li erdê nema. Em ê xeyalên wê yek bi yek bi têkoşînê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ mezin bikin.
 
*Divê jin çi li vê projeya ku wek mîrate hatiye hiştin zêde bikin û çawa berfireh bikin? 
 
Xwedîderketina li têkoşîn û armanca pirtûkxanê derketin, tê wateya mezinkirina jîneolojî û paradîgma azadiya jinê. Em çiqas paradîgma xwe mezin bikin, nasnameya xwe nas bikin, dîroka xwe bizanibin em ê wisa xurt bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet. Divê em li dijî polîtîkayên şer têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
* Jin bi mezinkirina vê projeyê dikarin derfetê ku dîroka xwe bi destê xwe binivîsin, bidest bixin?
 
 Heta niha dîroka jinan ji aliyê mêran ve hat nivîsin. Ne tenê dîroka jinê, jiyana jinê jî bi destê mêran hat nivîsin. Civak jî bi zîhniyeta mêr hat avakirin. Fikr û nêrîn jî ji aliyê zîhniyeta mêr ve hat avakirin. Jin jî di vê jiyana ku ji aliyê mêran ve hatiye afirandin de qada têkoşîn û guherînê ava dike. Di vê navendê de wê navendek wisa hebe. Jin wê dîroka xwe ya hatiye windakirin ji nûve binivîsin. Wê jiyana xwe ji nûve ava bikin. Ev jiyana nû ya wê bi pêşengiya jinên Kurd bê avakirin wê bandor li hemû jinên cîhanê bike.