Mexmûrê dorpêç dike, li Efrînê jî ji bo zarokan navendê vedike

  • 09:05 13 Tîrmeh 2023
  • Rojane
MEXMÛR - Mamosteya Pêşdibistana Mexmûrê Bihar Kara, bal kişand ser destirêjiya li Efrînê pêk hatî û vekirina Navenda Çand û Hunerê ya Weqfa Barzanî ya li Efrînê û got: "Dewleta Tirk, DAIŞ û PDK'ê li hemberî zarokên li Mexmûr, Efrîn û rojavayê Kurdistanê xwedî li heman zihniyetê ne."
 
Efrîn ji adara 2018’an heta îro bi êrişên giran re rûbirû ma û sûcên herî giran li vir pêk hatin. Piştî êriş, qetilkirin, wêrankirinê demografyaya Efrînê hat guhertin. Di êrişên pêk hatî de zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji Efrînê derket. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, li cihên ku kurd jê koçber bûn hêzên paramîlîter û malbatên wan hatine bicihkirin. 
 
Ligel vê yekê jî demildest perwerdeya bi kurdî hat qedexekirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi kurdî hatin rakirin û kirin tirkî. Polîtîkayên asmîlasyonê li bajêr hat kûrkirin. Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşengiya wan polîtîkayên bişaftin, qirkirin û talankirinê kirin. Herî dawiyê jî ji hêla Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî ve li Efrînê di bin navê “Navenda Çand û Hunerê” de ji bo zarokan navendek hat vekirin. Navenda ku bi nepoxên sor û spî hat xemilandin û bi heman rengî jî cil li zarokan hat kirin. 
 
Her wiha ligel vê jî di 1'ê tîrmehê de çeteyên Koma "Hemzat" a li gundê Ciwêq ê Efrînê destdirêjî li zarokekê kir. Hem bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî destdirêjiya li zarok û jinan û hem jî vekirina navenda zarokan a Barzanî bû sedema bertekên Kurdistaniyan. Mamosteya Pêşdibistana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û di heman demê de jî endama Weqfa Jinan a Wargehê Bihar Kara têkildarê mijarê ji ajansa me re axivî.
 
Zarok hedef tên girtin 
 
Bihar, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser desdirêjiya ku pêk hatî û got: "Ev bûyera ku çend roj beriya niha li bajarê Efrînê li hemberî zarokekê 13 salî pêk hatî, ji hêla komeke wehş a bi ser DAIŞ'ê ve xwe bi rêxistin dike ve pêk hat. Êrişê mirovahiyê dikin, êrişê xwezayê dikin. Bi taybetî jî di nava civakê de êrişê jin û zarokan dikin. Ji ber ku heke civakek bi jin û zarokan xwe li ser piyan bigire hedef tên girtin."
 
'Peyman tenê li ser kaxizê maye'
 
Bihar, di axaftina xwe de wiha behsa mafê zarokan kir: "Li cîhanê mafê her zarokekî/ê heye ku heta 18 saliya xwe ji hemû mafên zarokan sûdê bigire. Mafê wê ya jiyanê, xwendinê, perwerdê û listînê heye. Ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve 20'ê Mijdarê wek Roja Mafê Zarokan a Cîhanê hat îlankirin. Nêzî 150 dewlet jî ji bo nasandina vê rojê û parastina mafên zarokan îmze dane hevpeymanê. Girêdayî vê yekê hîn welat wê peymanê diparêzin. Heta astekî tê pratîzekirin û li ser kaxezê ne maye. Di hêla pratîkê de, parastina jiyana wan û perwerdeya wan pêk tê. Lê bi taybetî li Tirkiyeyê ev peyman li ser kaxezê maye û nayê pratîzekirin."
 
Li Efrînê destdirêjiya li hemberî zarokan 
 
Bihar, da zanîn ku li Efrînê li hemberî zarokekê destdirêjî pêk hat û wiha axivî: "Ev komên DAIŞ'ê yên ku girêdayî Dewleta Tirk in mafê zarokan bin pê dike û êrişê li zarokan dike. Di girtin, îşkence, destdirêjî û astengiya perwerdeya bi zimanê dayikê de mafê zarokan tê binpêkirin. Bi taybetî dema mirov li Efrînê dinêre, nêzikatiyeke cuda heye. Destdirêjiya li hemberî zarokan bêtir zêde ne. Ev kesên ku dibêjin em mafê zarokan diparêzin divê li hemberî destdirêjiya li Efrînê û her wiha li tevahiya Kurdistanê pêk tê dengê xwe derxin û bêdeng nemînin. Îro li Efrînê nezîkatiyeke wisa ya li hemberî zarokekê 13 salî heye, dê sibê li cihek din heman destdirêjî dê li hemberî zarokan pêk bê."
 
'Zarok li her derê zarok in'
 
Bihar, daxuyand ku divê li hemberî êrişên li dijî zarokan dengek xurt bê derxistin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Cîhaneke paqij û saf a zarokan heye. Daxwazên zarokan tenê lîstîk e û beyî cudakariya zayend, reng û welat. Ji bo civaka kurd jî û ji bo hemû civakan jî zarok li her derê zarok e. Me serê ewilî jî got heta 18 saliyê zarok in û mafên wan ên xwendin û nivîsandinê ya bi zimanê dayikê heye. Qadên wan ên kêyfxweşiyê û qadên ku lê bilîzin divê hebin. Ji ber ku ji bo zarokan her tişt lîstîke û her tiştî wisa dinirxînin. Ji ber vê sedemê jî divê em li her derê li hemberî êriş, destdirêjî û binpêkirina mafên zarokan û bi taybetî jî li qadên ku şer heyî, li rojavayê Kurdistanê û taybet jî li Efrînê zarokan biparêzin. Mirovên xwedî bi wijdan, kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, zanyar, pêşeng, kesên ku mafên mirov û zarokan diparêzin divê dengê xwe li hemberî binpêkirin û destdirêjiya ku tê kirin bilind bikin."
 
Helwesta PDK'ê ya li Efrîn û Mexmûrê 
 
Mamoste Bihar Kara derbarê Navenda Çand û Hunerê ya Zarokan a li Efrînê ya ku ji hêla PDK'ê ve hatî vekirin û her wiha nêzikatiya PDK'ê ya li hemberî zarokên Wargeha Penaberan a Mexmûrê de jî wiha axivî: "Mixabin dema mirov tîne ser ziman mirov pê diêşe. Ji xwe re dibêjin rêxistineke kurd, partiyeke kurd û di axaftinên xwe de jî behsa parastina civaka kurd dikin. Lê mixabin gotin û nêzikatî li gorî berjewendiyan diguhere. Her kes jî vê yekê dizane. Ev çend sal in nêzîkatiya PDK'ê ya li hemberî wargehê diyar e. Ji ber nêzikatiyên PDK'ê gelek zarokên wargehê ji ber nexweşî û di dema welidînê de jiyana xwe ji dest dan. Niha jî heman pirsgirêk heye gelek malbat nikarin zarokên xwe ji wargehê derxin û bibin tedawî bikin. Sedem hemû jî PDK ye."
 
Li Rojhilat û Mexmûrê heman zihniyet 
 
Endama Weqfa Jinan a Wargehê Bihar nêzikatiya PDK'ê bi tundî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mexmûr, Efrîn û rojavayê Kurdistanê ji hevdû qut nîne. Fikr û felsefeya ku em pê dijîn, xwe bi rêxistin dikin û perwerde dikin li Mexmûr, Rojava, Başûr û Rojhilat jî heman fikr û felsefe ye. Ji ber vê jî êrişên ku ji hêla Dewleta Tirk, DAIŞ û PDK'ê ve pêk tên jî xwedî li heman zihniyetê ne û ji hevdû qût nîne. Dema li hemberî Efrînê tê kirin li hemberî Mexmûrê jî tê kirin, li Rojhilat û Bakur jî tê kirin. Zihniyeta ku li wan deran tê meşandin li wargehê jî tê meşandin. Nêzikatiya PDK'ê ya li hemberî zarokên rojavayê Kurdistanê li Mexmûrê jî heman nêzîkatî ye. Em vê nêzîkatî û helwestê rexne dikin û bi taybetî jî pêkutiyên li hemberî zarokan bi tundî şermezar dikin."