Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Jiyanek nû pêkane

  • 09:04 16 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê çirûskên ewil yên şoreşê pê ket û 11 sale gel nîşan didin ku jiyana nû pêkane.
 
Şoreşa Rojava, şoreşa 19’ê Tîrmehê, Şoreşa Jinê… di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de li yek ji parçeyê Kurdistanê li Rojava pêvajoya şoreşê hat destpêkirin, Gelan cara yekemîn belkî jî evqas Gelê Kurd jinên Kurd nas kirin bihistin. Kobanê, Efrîn û Cizî bihistin. Bûn şahidê berxwedana bi rûmet. Têkbirina çeteyê DAIŞ’ê.
 
Şoreşa Rojava 11 sal li pey xwe hişt. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li Kobanê meclîsa gel rêveberiya bajar girt dest. Yanî çirûskê ewil yên şoreşê pêxistin. Piştî vê bajar, kantonên hatin îlankirin, rêveberiyên xweser, têkoşîn, destkeftî, xebatên avakirinê. Ji 19’ê Tîrmeha 2019’an heta niha li Rojava pêvajoyek şoreşê û jiyana alternatîf heye.
 
Çawa hatin pêvajoya 19’ê Tîrmehê, beriya wê çi hebû? Girîng e em balê bikşînin ser.
 
Rejîma Baas
 
Rejîma Baas di 1963’yan de bi darbeyê hat desthilatdariyê û kurd wek xeter dît. Zext pêk anî. Bi Kemera Ereb cihên kurd lê dijiyan polîtîka erebkirinê pêk anî. Rejîma Baas netewperestî pêş xist. Ji bilî ereban hemû gel înkar kir. Hebûna gelan tune hesiband. Li ser kurdan înkar meşand û heta 2011’an berdewam kir. Bihara Ereban ya bi Tunus destpêkir di sala 2011’ê de bandor li Sûriyeyê kir. Berxwedanên gel destpê kirin û bi zextên desthilatdariyê re tundiyan destpê kir.
 
Helwesta Kurdan
 
Nûnerên Kurd ji bo Sûriyeyek demokratîk û ji bo pevçûn û şerê navxweyî bidawî bibe ketin hewldana mezin. Lê rejîmê li dijî vê helwesta tundiyê nîşan da. Li dijî vê helwestê kurd tedbîra xwe girt û der barê ‘dixwazin çawa bijîn’ de pêş ketin.
 
Rêya sêyemîn
 
Bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Gelê Kurd (PYD) meclîsên gel hatin rêxistinkirin û li şûna pevçûnan avakirina rêveberiyên xweser esas girt. Bi alternatîfa riya sêyemîn re pêvajoyek nû destpê kir. Rêxistinbûn û parastina cewherî esas girtin. Li dijî rejîma Baas şoreşa 19’ê Tîrmehê wek alternatîf derket holê û Pêvajoya Rêveberiyên Xweser dest pê kir.
 
Reviyên Ewil
 
Li Kobanê reviya ewil ya 19’ê Tîrmehê hat pêxistin û îradeya gel esas hat girtin. Pêvajoya înkarkirina Gelê Kurd cihê xwe ji rewşa nû re hişt. Gel der barê xwe de bû xwedî biryar. Xwe bi rêve bir. Çû azadiyê. Gel ji bo rêxistinbûna xwe xurt bike Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinan rêxistin kirin. Bi hezaran ciwan di vê rêxistinbûnê de cih girt.
 
Li Kobanê Şeva 19’ê Tîrmehê…
 
Li Kobanê di 23’ê Sibata 2012’yan de Meclîsa Gel civîna rizgariyê pêk anî. Bi vê re ji bo avakirina jiyana komunal xebata rêxistibûnê hat destpêkirin. Jin û ciwanên hatibûn çewisandin xwe rêxistin kirin. Saziya Zimanê Kurdî hat vekirin. Perwerdehiya kurdî hat dayîn. Li Navenda Rêveberiya Krîzê ya Sûriyeyê di 19’ê mehê de teqînek mezin hat jiyîn. Gelek endamên rejîmê mirin. Artêşa Sûriyeya Azad dest danî ser gelek cihî. Gelê Kobanê beriya ku ew bigihêjin herêmê kurdan dest danîn ser saziyên rejîmê û xweserî îlan kirin. Yekîneyên Parastina Gel ava kirin. Hêzên Asayîşê hatin avakirin. Di bin Tevgera Civaka Demokratîk de  xwe rêxistin kirin. Reviyên li Kobanê li Efrîn û Cizîrê berdewam kir.
 
Mifteya çareseriyê rêveberiyên xweser
 
Îlankirina Rêveberiyên Xweser ji bo projeya jiyana nû ya kurdan girîng bû. Ji ber hemû gel û pêkhateyan di projeyê de cih digirt. Îlankirina rêveberiyên xweser pêşiya hevdîtinan vekir. Rêveberiyên Xweser bû mifteya çareseriyê.
 
15’ê îlona 2014’an û êrişa DAIŞ’ê
 
D 15’ê îlona 2014’an de rewşek nû pêk hat. Kobanê bû hedefa êrişan.  DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrişê Kobanê kir. Bi vê êrişê xwestin Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rabikin. Bi berxwedana ku pêşengiya wê YPG û YPJ’ê kir êrişên DAIŞ’ê hatin çewisandin.
 
Cîhanê Kobanê nas kir
 
Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê Kobanê, kurd û jinên kurd zêdetir dan nasîn. Bi şikandina êrişên DAIŞ’ê re 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin.
 
Pêvajoya bi Kobanê re dest pê kir îro hîna jî didomin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xebatên avakirina Rêveberiyên Xweser a Demokratîk didome, êriş bê navber didomin. Tiriyeyê êrişê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Her wiha êrişê Bab, Ezaz û Cerablusê kir. 
 
Di 11 salan de êrişên li hember pêvajoya şoreşê her tim hatin meşandin. Di van êrişan de bi taybet jinên pêşeng hedef hatin girtin. Di sala dawî de gelek jinên pêşeng di êrişên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Herî dawî Hevseroka kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cigira wê Lîman Siwêş hedef hatin girtin.
 
Lê tevî her tiştî çirûska li Kobanê hat pêxistin ji bo gelan nîşan dide ku jiyanek nû pêkane û biryara parastina şoreşê didome.