Parlamentera Herêma Swêdê: Hûn nikarin mafên me tune bihesibînin

  • 09:06 21 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera Herêma Partiya Çep a Swêdê A.Jessîca Therese Karlqvîst, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û der barê ku Kurd li NATO'yê kirine mijara bazarê de jî got: “Em nikarin têkoşîna mafê mirovan ji bo dîktatorekî wek Erdogan, tenê ji bo endamtiyekê tune bihesibinîn. Li gorî min kirina mijara bazarê pir qirêj e û ez şerm dikim.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û 27 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Tevî hemû serlêdan û bangan tu agahî, bersiv nayê dayîn. Li aliyê din jî  mafên Kurdan li NATO’yê li ser maseyê dibe mijara bazarê.
 
Parlamentera Partiya Çep (Left Party)  a Swêdê  A. Jessica Therese Karlqvist têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û neçareseriya pirsgirêka Kurd de axivî.
 
‘Tecrîd pirsgirêkan giran dike’
 
Jessîca da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Ez pêkanîna li ser girtiyên siyasî şermezar dikim. Tecrîd li dijî mafê mirovan e. Ez pêkanîna li ser girtiyan şermezar dikim. Partiya min jî vê şermezar dike. Ev mînakek rejîma totalîter û ne demokratîk e. Tecrîda li ser Ocalan û girtiyan bi rastî pirsgirêkên li Tirkiyeyê giran dike. Sedema vê ev e ku Tirkiye ji demokratîkbûnê dûr e, girtî ji mafên xwê bêpar in. Rojnameger, parêzer, siyasetmedar û parêzvanên maf girtîne. Ev lîste wisa dirêj dibe.”
 
‘Bêdengî parçeyekî pergala emperyalîst e’
 
Jessîda da zanîn ku di heyeta ku hatiye Amedê de cih girtiye û got çavdêrî û binpêkirina mafan ji bîr nake û got: “Em ji malbatên girtiyan û saziyan gelek tiştî fêr bûn. Di vê serdanê de min fikrên zelal bi dest xistin. Ez şertên ku mirov tê de ne tu carî ji bîr nakim. Tu car qebûl nakim. Qada navneteweyî bêdeng e. Bêdengî parçeyek pergala erperyalîst e. Sedema vê têkiliyên navbera welat, rêberan de ne.” 
 
Hukmên peymanê aşkeran e
 
Jessîcayê, bersiva CTP’ê ya ‘em bêyî destûra rayedarên tirk raporê aşkera nakin’  red kir û xala 10’emîn bi bîr xist. Jessîca da zanîn ku xal gelek aşkera ye û got: “Xala 10’an pir aşkera ye û niha divê bê şopandin. CTP aşkerakirina raporê red dike. Lê ev nayê qebûlkirin. Ev li dijî peymanê ye. Hukmên Peymanê aşkera ne. Pirsgisrêka Kurd bi salan e ji aliyê desthilatdariya tirk ve tê girankirin. Desthilatdariya heyî tecrîdê naqedîne. Divê hikûmet biguhere. Li gorî min desthilatdariya heyî ya Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê tiştekî nake. Ji ber vê divê guherînên bi kok bên kirin. Êşên mezin hatin dîtin. Divê şoreşa demokratîk pêk bê.” 
 
‘Li NATO’yê ji ser Kurdan bazar tê kirin’
 
Jessîca da zanîn li NATO’yê ji ser Kurdan bazar tê kirin û wiha dawî lê anî: “Di bazara endamtiya NATO’yê ya Tirkiye û Swêdê de dîsa Kurd danîn ser maseyê û mijara radestkirina siyasetmedaran. Berxwedêr her tim terorîst tên îlankirin. Ez ji vê westiyam û nerehet im.  Partiya min ji serî de di hevdîtinên NATO’yê de ji bo Kurdan têkoşîn da. Ez bi vê serbilind im. Lê ji ber vê bazariyê jî şerm dikim. Ez xwe wek kes mahcup dibînim. Ji bo endamtiyê mafê mirovan nikare tune bê hesibandin. Ji bo kêfxweşkirina dîktatorek wek Erdogan mafê mirovan nikare bê tunekirin. Ev bazarek qirêj e û ji ber vê şerm dikim.”