'Li Îmraliyê ne hiqûq û ne jî qanûn heye!'

  • 09:59 26 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Marta Somek 
 
STENBOL - Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçil, anî ziman ku li Girava Îmraliyê ji ber "cezayên dîsîplînê" yên sîstematîk 29 meh in tecrîdek heye û got: "Me dît ku piştî hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re gelek tişt ber bi çareseriyê ve çûn. Ji ber vê yekê jî ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin."
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn. Zêdetirî 2 sal in ango 29 meh in ne tenê ji Abdullah Ocalan, agahî ji girtiyên cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî nayê girtin. Serlêdana ku malbatan bi daxwaza hevdîtinê di 10’ê tîrmehê de kir, Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê di 18’ê tîrmehê de red kir û di 19'ê tîrmehê de agahî da parêzeran ku “cezayekî nû yê disiplînê” heye.  
 
Çalakî û bangewaziyên li dijî tecrîda girankirî yekcar didomin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) derbarê mijarê de û hevdîtinê de gelek caran serlêdan pêk anî lê heta niha tu bersiv nehat dayîn. Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçîl, derbarê "cezayên dîsîplînê" û girîngiya bidawikirina tecrîdê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Navnîşana bêhiqûqiyê: Îmrali!
 
Nagehan, daxuyand ku 29 meh in agahiyek nîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha heye. Bi Komploya Naventeweyî anîn Tirkiyeyê û piştre jî tecrîd destpê kir. 29 meh in agahî nayê girtin. Rewşa wî, tendûristiya wî her wiha ne tenê yê Birêz Abddullah Ocalan, ji girtiyên din jî agahî nîne. 29 meh in 'cezayên dîsîplînê' didome. Mînak behsa cezayê qedexekirina volta avêtinê tê kirin. Me vê demê jî ragihand ku ev tişt bi hiqûqê nayê îzahkirin. Hêla wê ya hiqûqî nîne. Cezayên dîsîplînê li hemberî hevdîtina parêzeran divê nebe asteng. Lê belê mixabin li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê hiqûqeke cuda heye. Li girtîgehên Tirkiyeyê hiqûqek cuda heye. Qanûnên Tirkiyeyê li ji bo Îmraliyê derbasdar nîne. Sêpandinên ku li vir tên kirin tê wateya tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Ev tişt jî polîtîkayeke çewisandinê ya li hemberî Gelê Kurd e."
 
‘Li Îmraliyê kanûn tuneye' 
 
Nagehan, diyar kir ku cezayên ku tên dayîn ji parêzer û malbatan re nayê gotin û wiha bi lêv kir: "Me tespîta xwe ya tecrîd heye, kir. Li ser vê yekê buroya me serlêdanan kir. Lê serlêdanên me jî bêyî hincet nîşan bidin nayê bersivandin. Ev pergala ku tê meşandin nîşan dide ku tecrûd bêhiqûqî ye. Ne hiqûqî divê tespîtên siyasî bên kirin, ji ber ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê hiqûq nîne û qanûn nîne. Li hemberî Gelê Kurd planeke têkbirinê ye. Ji ber vê sedemê jî wek hiqûqnas û parêzer nikarin bi hiqûqê îzahata tecrîdê bikin. Ev tişt ne pêkan e." 
 
Hewldanên ku hatin kirin bê bersiv man 
 
Nagehan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser serlêdanên parêzer û baroyan a ji bo hevdîtina li Îmraliyê: "Di 10'ê hezîrana 2022'yan de bi pêşengiya OHD'ê ve li Kurdistan û Tirkiyeyê 768 û 775 parêzer ji bo çûyîna li Îmraliyê serledanek kir. Piştre serlêdana baroyan pêk hat. Serlêdan li ser esasê li Îmraliyê tecrîdeke mutlaq heye hat kirin. Her wiha mafê her kesî heye ku li girtîgehê bi parêzerên xwe re hevdîtinê û ev tişt hiqûqî ye. Baro, tê wateya parastine û ji ber vê jî wezîfeya wan baroyan heye ku li hemberî tecrîdê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Baroya Stenbolê bersiv neda hewldana me lê li çend baroyên herêman bersiv dan hewldana me. Hêj jî xebatên me yên bi vî rengî didomin. Dema pêşketinek derbarê serlêdanên me de pêk bê dê raya giştî bê agahdarkirin."
 
'Tecrîda li Îmraliyê belav dibe' 
 
Nagehan, da zanîn ku li Tirkiyeyê rewşenbîr divê li dijî tecrîdê xwedî bi bertek bin û wiha axivî: "Li Ewropayê bertekên rewşenbîran heye. Lê belê li Tirkiyeyê di vê helê de bertekek nîne. Di rewşeke tecrîdê wek îşkenceyê tê meşandin û li ber çavên cîhanê pêk tê, divê li Tirkiyeyê kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr û ronakbîr çawa bertek nîşan nadin, mirovan matmayî dike. Bi dehan caran hat gotin ku ne tenê li Îmraliyê li her derê tecrîd heye û belav jî dibe. Niha belavî hemû girtîgehan bû niha mirin li girtiyan tê ferzkirin, girtîgeha veguherî cihê mirinê û wek polîtîkayek tê meşandin. Niha girtî di hicreyên yek kesî de tên girtin. Tenê tên hiştin. Nahelin ku derkevin dervê tavê û behnê bigirin. Ev tişt dê bêtir belav bibe. Ji ber vê jî divê civak xwe di bi helwest be. Ji ber ku bêhiqûqî, neheqî, îşkence û tecrîd li cihekî destpê kir û niha belav bû. Her wiha belavî jiyana civakê jî bû. Ji bo aştiya civakî Îmralî girîng e. Tirkiye niha di hêla polîtîk, siyasî û aborî de tengav bûye. Di pêvajoya çaresiyê ya salên 2012-2013'yan de bi hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan de gelek tişt çareser bûn. Ev tişt xuya dikir jî û em bûn şahid jî. Ji ber vê yekê jî li dijî tengaviyê divê demildest tecrîd bê bidawîkirin." 
 
‘Li dijî îşkenceyê dê her xebatên xwe bidomînin' 
 
Nagehan, destnîşan kir ku wek OHD'ê tecrîd dê her tim bibe rojeva wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê xebatên xwe bidomînin û ku heta tecrîd bê rakirin. Em ê vê îşkenceya ku pêk tê her di rojevê de bihêlin û xebatên xwe bidomînin."